Fermandarekî nemir: Berxwedan Tolhildan

Berxwedan Tolhildan berî sala 2015’an şehîd bibe li her qadê li gel gelê xwe cih girt. Niha weke nemirekî ji bo civaka Êzidî bûye ronahiyek.

Berxwedan Tolhildan (Ednan Suleyman) ê li Şengalê 23’ê Çileya 2015’an di encama êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, di avakirina YBŞ’ê de cihê xwe girt. Tolhildan ê di warê vekirina korîdorekî mirovî û alîkariyê ya hêzên YPG’ê ya di navbera Rojava û Şengalê de ji bo rizgarkirina gel a ji qetlîaman têkoşîn kir.

Tolhildan ê li gundê Girzerik ê Şengalê hate dinê û piştî xwendina dibistana seretayî û şûnde ji bo debara malbata xwe pêk bîne dest bi kar kir, heta 3’yê Tebaxa 2014’an leşkertiyê dike. Li gel Fermana 73’an ji malbata xwe ji derveyî du bira û hemû malbata wî dîl dikeve destê çeteyê DAÎŞ’ê, ji bo gel ji qetlîaman û dîlgirtinê rizgar bike berê xwe dide Çiyayê Şengalê.

 ‘TENÊ PKK BI HEWARA ME VE HAT’

Tolhildan di civîna yekem a YBŞ’ê gotibû: “Heta Êzidxan azad bibe divê em têbikoşin, ji bo em xwe azad û xaka xwe azad bikin ji derveyî PKK’ê  ne dewletê, ne hikûmet û ne jî ti hêzekê destê xwe dirêj nekir. Ji derveyî hevalan kesê qêrîna gelê me nebihîst. Hatin û li çiyayê Şengalê şehîd bûn.”

Her wiha Tolhildan di civîneke din a gel de jî ev gotibû: “Şengal berî niha jî Şengal bû, lê niha Şengaleke cuda ye. Hêzeke ku Şengalê biparêze tunebû. Niha YBŞ heye. Çavekî li Çiyayê Şengalê binêrin, hûnê YBŞ’ê û yên li ber xwe didin bibînin. Li Çiyayê Şengalê ji derveyî YBŞ’ê ji bo alîkarî kirina gelê Êzidî ne ti dewlet û ne jî ti hikûmet û hêz nehatin. Niha hêzek ku xaka Êzidxana pîroz biparêzin  hene, ew jî YBŞ ye.

‘DIVÊ CIWANÊN NEMIRIYÊ HILBIJÊRIN’

Li sînorê kîjan dewletê dibe, li ku dijî bila bijî ferq nake, bang li hemû ciwanên Êzidî dikin ku werin di nava vê refê de li dijî çeteyan têbikoşin. Werin em xwedî li axa xwe derkevin. Îro ku eger ji bo parastina xaka Şengalê bimirim dibim şehîd. Eger di vê rêyê de şehîdbûn hebe, ez ê bibim nemir. Divê hemû ciwanên Êzidxanê nemiriyê hilbijêre.”

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê ji bo li ser rêya fermandarê yekem ê YBŞ’ê bimeşin, di Akademiya Şehîd Berxwedan Tolhildan de perwerde dibin.