FEDA: Divê em li dijî qirkirina çandî li ber xwe bidin

FEDA'yê bi wesîleya meha Muharremê daxuyanî da û diyar kir ku Elewî bi qirkirina çandî re rû bi rû ne û got, "Divê em li dijî qirkirinê li ber xwe bidin. "

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya meha Muharremê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema ku Hz. Huseyn tevî malbata xwe li Kerbelayê li benda Kufeyîyan bûn ku wan bigirin, ji aliyê artêşa Yezît ve rêya wan hatibû birîn û dîl hatibûn girtin. Hz. Huseyîn û yên pê re piştî bi rojan birçî û tî tên hiştin li Kerbelayê tên kuştin. Elewî li dijî zilmê hem rojiya Bêguneh a Pak a sê rojan û hem jî rojiya 12 rojî ya Muharremê ji zewqên xwe yên cîhanî dûr dikevin û rojiyê digirin. Elewî ji bo xwedî li berxwedana Hz. Huseyîn a li dijî zilma Yezît derkevin, tiştên li Kerbelayê qewimîn ji bîr nekin û têkoşîna mafdar a li dijî zalimên îro zindî bigirin, di şînê de rojiyê digirin. Heya ku Yezît û zalim hebin, helbet wê sekna Hz. Huseyîn ê ku li Kerbelayê şehîd ket berdewam bike.”

'ELEWÎ BI QIRKIRINA ÇANDÎ RE RÛ BI RÛ NE’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “Îro em ê di têkoşîna heqîqetê de israr bikin û di her şert û mercî de parastina bawerî, hebûn û nasnameya xwe ji bo me rastiye bikin."

"Elewî, hîna jî em bi qirkirina çandî ya zîhniyeta Yezît re rû bi rû ne. Elewiyan li ku erdeki hatibe dagirkirin wek Kerbela dîtiye, li dijî zilm û înkarê jiyana hevpar, li dijî şer aştî, li dijî kîn û dijminatiyê biratî parastiye. Elewiyên ku li dijî qirkirin û komkujîyên Koçgirî, Dêrsim. Mereş, Çorûm, Sêwas, Gazî, Roboskê, Gezî, Pirsûs û Enqereyê bûne xwedî helwest divê îro jî li dijî qirkirina çandî xwedî helwesteke Huseynî bin. Divê em bi hev re li dijî qirkirina çandî li ber xwe bidin.”