Faşîstan êrîş bir bi ser avahiya HDP’ê de

Faşîstan êrîş bir bi ser Rêxistina HDP’ê ya navçeya Keçîorenê de.

Şevê din, di saet 02.00’yan de li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê êrîş hat kirin. Nehat zanîn bê ka kê êrîş kiriye.

Di dema êrîşe de paceyên avahiyê hatin şikandin. Êrîşkar kete avahiya partiyê û pankarta ku wêneyê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk li ser bû û alên partiyê bi xwe re birin.

Hat zanîn ku rayedarên HDP’ê piştî lêkolînkirina qeydên kamerayê, giliyê êrîşkar kiriye.

Rayedarên HDP’ê dan zanîn ku beriya niha jî gelek caran li dijî partiya wan êrîş hatine kirin, lê heta bi niha tu encam ji serlêdanên wan ên sûc derneketine.