Farisogullari: Êrîş bi hevkariyeke qirêj pêk hatiye

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari li dijî êrîşa li ser Mexmûrê bertek nîşan da û diyar kir dema ku Erdogan gefê li Kurdan dixwe di heman rojê de komkujî li dijî Kurdan pêk tê û Kurd tên qetilkirin.

Hêzên artêşa Tirk bi balafirên şer duh saet di 21.00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 welatiyên jin ên Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari, êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir û anî ziman ku êrîşa li dijî Mexmûrê bi hevkariyeke qirêj pêk hatiye.

‘DEMA ERDOGAN GEFAN DIXWE, KURD TÊN QETILKIRIN’

Farisogullari anî ziman ku berî çend rojan Serokomar Erdogan gef Kurdan xwar û wiha axivî: “Dema ku Erdogan gefê li Kurdan dixwe di heman rojê de komkujî li dijî Kurdan pêk tê û Kurd tên qetilkirin. Hêzên artêşa Tirk bi balafirên şer pêr saet di 21.00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê bi awayekî hovane bombebaran kir û di encama êrîşê de 4 welatiyên me hatin qetilkirin. Her kes dizane Wargeha Mexmûrê dibin konrola NY’ê de ye. Gelê Wargeha Mexmûrê di sala 1994-95’an de ji Şirnex û Colemêrgê ji ber zextên dewletê neçar man ku koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Gelê me zêdetirî 24 sal e li ser axa xwe koçbere û bi salane rastî zextên Tirkiyeyê û PDK’ê hatine. Gelê me di dîroka xwe ya koçberiyê de 8 wargeh ji ber zilmê guhertin û Mexmûr wargeha 9’emîne. Li Wargeha Mexmûrê jî gel ji zextên Tirkiyeyê û PDK’ê xelas nebûn û herdem Mexmûr ji bo xwe kirin hedef. Hêjayî gotinê ye ku Wargeha Mexmûr di sala 1998’an û vir de dibin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û NY'ê statuya Wargeha Penaberan daye wargehê. Li gel ku wargeh dibin kontrola NY’ê de jî bi gelek carane êrîş li ser wargehê pêk tê.”

‘DIVÊ NY Û IRAQ BI ERKA XWE RABIN’

Farisogullari da zanîn ku ev êrîşa li dijî Mexmûrê ne ji îro de ye û wiha pê de çû: “Ev êrîş yek dehan êrîşên li dijî gelê me ye. Tirkiye  bi kîlometreyan axa Iraqê derbas dike û li wargeha Mexmûrê dixe. Sala borî jî di 6’ê vê mehê de êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de jî 5 welatiyên me qetilkirin. Bêdengiya li hemberî vê êrîşê cesaret da Tirkiyeyê. Ev êrîşa li dijî Mexmûrê bi hevkariyeke qirêj pêk hatiye. Wargeha dibin kontrola NY’ê de ye. Hêjayî gotinê ye ku ewlehiya herêmê jî di bin kontrola Iraqê û pêşmberiyên Herêma Federal a Kurdistanê de ye. Bêdengiya NY, hikûmeta Başûr û Iraqê me dixe nava fikaran. Divê demildest NY, hikûmeta Başûr û Iraq bi erka xwe rabin.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ DESKEFTIYÊN KURDAN E’

Farisogullari destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên hovane li dijî deskeftiyên Kurdan pêk tê û wiha got: “ Zêdetirî çar salan e hikûmeta Tirkiyeyê li dijî Kurdan dest bi konsepta nû ya şerê taybet kiriye. Bi van êrîşan dixwaze bi tu awayî Kurd negihin statuya xwe. Di her alî de dewlet êrîşî Kurdan dike û dixwaze deskeftiyên wan têk bibe. Kurd li kijan parçeyê Kurdistanê bin ji bo dewletê ferq nake û êrîşên weke Mexmûrê hovane li ser wan pêk tîne. Em bang li tevahiya raya giştî û qadên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên hovane yên Tirkiyeyê rabin. Divê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dawî li bêdengiya xwe bîne û xwedî li nirxê neteweyî derbikeve. Bêdengiya Başûr me dixe nava fikaran, gelo çima li dijî êrîşên li ser Kurdan bêdengin? Bêdengiya li dijî vê komkujiyên hevkariya komkujiyê ye. Divê berî her tişî PDK û rayedarên hikûmetê bertek nîşanî vê komkujiyê bide û li hemberî êrîşan rabe.”