'Ewlehiya me tune ye'

Girtiyên ku sewqî Girtîgeha nû ya Tîla L - 1 a Turkoglu ya Mereşê kirin diyar kirin ku ewlehiya wan tune ye. Girtiyan bi rêya malbatên xwe alîkarî xwestin.

Piştî Girtîgeha Tîpa L-1 a Turkoglu ya Mereşê nû vebû, girtiyên siyasî sewqî wê dikin. Herî dawî 6 girtiyên Girtîgeha Tîpa T-3 a Tarsusê sewqî Girtîgeha Turkoglu kirin. Girtiyen siyasî Ahmet Nas, Ercan Daşkesen, Veysi Altan, Şifa Erdogan, Ridvan Kaya û Suat Okur, di 19'ê Tîrmehê de sewqî Girtîgeha Tîpa L-1 a Turkoglu ya Mereşê kirin. Girtiyan diyar kirin ku piştî sewq kirin, rastî tundiya fîzîkî û derûnî hatine û zextên li ser wan zêde ne. Malbata girtî Ahmet Nas diyar kir ku 6 girtî bi rîngê sewq kirine û di rê de cendirmeyan neheqiyên giran li wan kirine. Malbata Nas anî ziman ku girtiyan diyar kirine ku piştî rêwîtiya 12 saetan heqaret li wan kirine û hemû alavên wan desteser kirine. Nas, bi rêya malbata xwe wiha got: "Em li vir rastî pêkanînên dijmirovî hatin. Di ketina girtîgehê de lêgerina tazî li me ferz kirin. Lê ji ber ku me ev yek qebûl nekir, îşkence li me kirin û xwestin em bi zorê xwe tazî bikin. Niha jimara eskerî li me ferz dikin. Ewlehiya me tune ye. Em bang li parazvanên mafên mirovan û hemû cemaweriya hestiyar dikin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin."