‘Ew gule li bera her kesê daxwaza azadiyê dike hatiye berdan’

Li dijî qetilkirina Denîz Poyraz Kurd li ser lingan in: “Ew ne tenê guleyeke li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bera hevaleke me hatiye dayin, ew guleyeke li her kesê daxwaza aştiyê dike hatiye berdane

Qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î li Kurdistan û Tirkiyeyê tevahiya rojê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hate şermezarkirin. Kurdên li Bagcilar a Stenbolê dijîn, li ser qetilkirina Poyraz ji ajansa me re axivîn.

Veysî Al: Li Tirkiyeyê provakasyoncî hene, ew jî bloka AKP-MHP’ê ya faşîst e. Nêzîkatiya ji bo Kurdan provakatîf in. Qetilkirina hevala me Denîz Poyraz, li avahiya partiya me ya li Îzmîrê faşîzim derketiye holê. Divê ev wisa bê zanîn. Dixwazin vê peyamê bidin HDP’ê, ‘Hêzên peremiîter ên me li Rojava perwerde kirî, hedefa wan hemû Kurd in, hemû jin in. Mîna ‘reîs’ gotî jin be zarok be çi pêwîst bike wê bikin’. Ev yek berham gotina; ‘Jin be, zarok be û kal be tişta pêwîst bikin’ ne.Em Kurd vê wisa dizanin. Ev hikûmet carekî din da nîşandan bê ka ji bo desthilata xwe çi pêwîst bike wê bikin. Ji ber ku çiqasî êrîşî Kurdan bê kirin wê faşîzim ewqasî zû bê qanekirin, dîsa çiqasî êrîşî Kurdan bê kirin, ewqasî rêyên mana ser desthilatê tên dîtin. Em bang hêzên demokratîk dikin, guleya li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ne bera hevaleke me ya jin, bera her kesê daxwaza azadiyê dike hatiye berdan.

Fatma Apaydin: Êrîşa li ser Poyraz êrîşa li ser hemû Kurdan e. Qetlîama li ser Denîz Poyraz li ser me tevan e. Divê em mil bidin milên hev li dijî zilmê û qetilkirina jinê rabin.

Huseyîn Dûman: Guleya bera Denîz Poyraz hatî dayîn, bera hemû gelên Tirkiye hatiye berdan. Li gel biratiyê cih bigirin, her kesê xwedî wijdan li dijî guleya bera Denzî hatî teqandin, bê bersiv nemînin.