Ew gerîlayekî Kurdistanê bû

Xabûr hîn 20 salî bû. Ciwan û gerîlayekî Kurdistanê bû. Bi wî rengî şer kir. Li gorî wî, ne tenê ax, her wiha av jî dihate dizîn. Digot, "Em destê dagirkeran ji ser wan rakin."

Difikirim ku çiqasî dikarim rûnekî, çalakî, wêrekî û bedewiya te binivîsînim. Dema ku li ser te dinivîsînim naxwazim li pêşiya tiliyên xwe bibim asteng. Min dît ku li ser tehtên Xantûr tu çawa herikî. Bêyî lê bihilkume, bêyî lê biqelibe, bêyî bikeve min dît ku tu çawa dimeşe. Zimanê te mîna dilê te diaxivî. Tu yek ji wan gerîlayan bû ku di dema herî zor û zehmet de jî zanîbû bikeniya.

Gerîlayê wêrek ku dema li Xantûrê li dijî dagirkeran şer dikir, wiha ji wan re digot, "Hûn nikarin bibin şervan, hûn nikaribin bibin leşker jî! Hûn belasebep tevdigerin; hûn nikarin bi şervanên çiyê; li welatê xwe yê ji beton vegerin!" Di temenê xwe yê bedew ê ciwantiyê de, jiyana xwe fedayî gelê xwe kir.

Li Kobanê ji dayik bû, li wî warê ku xaka xwe sala 2014'an bi xwîna ciwanan av da. Kurê hostayekî hesin, kurê dayikeke welatparêz bû ku xwedî li xaka xwe derdiket. Sala 2014'an şahidî ji destanekê re kir. Piştî berxwedana Kobanê hînî berxwedanê bû û tevlî karê ciwanan bû. Dema ku wext hat berê xwe bide çiyê, qet teredût nekir. Sala 2018'an dema ku bû 18 salî berê xwe da nava doza azadiyê ya vî welatê bi rûmet. Perwerdeya xwe ya destpêkê li Heftanînê dît û bi bedewiya van çiyayan mezin bû. Wî bedewiya xwe tevlî ya Heftanînê kir. Heftanînê jî bedewiya xwe da wî. Hat Xantûrê ku di Cenga Heftanînê de wê bibûya dergaha wî.

Dengê gerîla Xabûr xweş bû. Her tim digot ku ev yek yekane hunera wî ye. Gerîla Xabûr ji axaftinê, ji ken hez dikir. Dema ku derdiket ser çiyayê Xantûrê digot ku wî sînor ji holê rakiriye. Yek bi yek gir dijimart û cihê wan vedigot.

Ciwanekî Kurdistanî bû, gerîlayekî Kurdistanê bû. Bi wî rengî şer kir. Li gorî wî, ne tenê ax her wiha av jî dihate dizîn. Ji ber vê yekê digot, "Em wî destê dagirkeran ji ser wan rakin." Di 3'ê Tîrmeha 2020'an de tevî Viyan û Gora tevlî karwanê nemiran bû.