‘Ev heşt sal in di hucreya yek kesî de ye, êdî nefes nastîne’

Girtiyên ku li dijî pêkanînên dermirovî yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregliyê, di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku şert û mercên ku ew pê re rû bi rû ne, nayê jiyîn.

Bi dehan giriyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, ji 4’ê Cotmehê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.

Faîk Bûdak, Fatîh Baran û Remîz Akyurek ji 16’ê Mijdarê û vir ve grev veguherandin çalakiya bê dem û dorveger.

Yilmaz Ustek ê ku ji 2012’ê û vir ve girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re kir de, qala binpêkirinên mafan kir.

Birayê Yilmaz, Ustek ev tişt gotin: “Yilman got ku ew êdî nikare xwe bigire û nefesê bistîne. Ev 8 sal in, Yilman di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Xeteriya windakirina çavek ê xwe heye. Ji xwe dema ji derve, emeliyat bibû. Lê tam baş nebûbû. Yilman cara berê 2 caran krîza dil derbas kiribû. Niha xeterî heye ku Yilmaz çavê xwe winda bike û krîza dil derbas bike. Yilmaz got ku girtîgeh bi tu awayî ji pirsgirêkan re ne çareserî ye û wiha got: ‘Eger tiştek bi serê me were, berpirsyarê wê girtîgeh e. Êdî em bi xwe wê çareseriyekî bibînin’.”