ESP: Em ê jî di 12’ê Hezîranê de bimeşin Gemlîkê

ESP’ê ragihand ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ew ê di 12’ê Hezîranê de tevlî meşa Gemlîkê bibin û wiha got “Em bang li hemû kedkar û bindestan dikin ku tevlî meşê bibin.”

Navenda Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in didome. Her wiha ev salek e ku bi ti awayî destûr nadin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Dewleta faşîst a qirker bi vê tecrîdê re dixwaze pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, dora hêzên azadiya Kurd bigire û tasfiye bike. Bi vî awayî dixwazin zemîna berdewamkirina desthilatdariya xwe ya qirker, polîtikayên şer û dagirkeriyê ava bikin. Tecrîd di heman demê de te wateya zêdebûna terora faşîst ya li girtîgehan, terkandina girtiyên nexweş bi mirinê re û şewitandina înfazan. Ger tecrîd berdewam bike ji ber israra şerê qirker wê hemû barê şer li ser mile karkeran be, xizantî û birçîbûn her ku biçe wê zêdetir bibe.”

‘EM HEMÛ KARKERAN VEDIXWININ MEŞÊ’

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 12 Hezîranê de li Gemlîkê ji bo şikandina tecrîda li ser rêzdar Ocalan ê ku 23 sal in li dijî tecrîdê û dorpêçê bi biryardarî têdikoşe û têkoşîna azadiya gelê Kurd xurt dike, meşek tê lidarxistin.

Di 12’ê Hezîranê de ji bo têkoşîna gelê Kurd a azadî û wekheviyê û ji bo şikandina tecrîda li ser rêzdar Ocalan, em ê jî di meşê de amade bin. Em hemû kedkar û bindestên ku ji bo azadî, ked û wekheviya gelan têdikoşin, vedixwinin meşê.”