'Yê ku darizîne wê HDP bi xwe be'

HDP'yî û parêzeran bal kişandin ser ku Doza Kobanê bi fermana AKP-MHP'ê dest pê kiriye. HDP'yiyan gotin,''Esil HDP wê wan darizine''

Parêzerên Doza Kobanê û Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê derbarê helwesta dadgehê ya li Doza Kobanê dinêre li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û parêzer beşdarî civînê bûn. 
  
Parlamenter Zuleyha Gulum diyar kir di dozê de ser rastiyan tê niximandin û got: “Doza Kobanê doza tolahildana ji HDP’ê ye. Em dibînin ku AKP dixwaze tolê ji HDP’ê hilde. Di dozê de AKP-MHP fermanê didin darazê û daraz li gorî daxwazên wan tevdigere. AKP-MHP zextan li ser darazê dikin û piştî zextên li ser darazê serokê dadgehê ji bo dozê hatibû wezîfedarkirin ji wezîfeyê hatiye girtin. Di rûniştinên dozê de darizandin nayê kirin. Naxwazin ku rastî derkeve holê. Dixwazin bi wê biryara di destê wan de partiya me were girtin. Hevalên me tên darizandin dibêjin ku ew ê nebin parçeyek vê lîstokê. Me di destpêkê de gotibû; HDP divê dozê de nayê darizandin, esil HDP wê wan didarizîne. Wê pêvajoyek ku berpirsiyarên rastî werin darizandin li vî welatî pêk were. Ji bo ku berpirsiyarên rastî werin darizandin, em ê têbikoşin. Heke derdê wan hebe ku rastî derkeve holê, bila darizandina adilane û mafê parastinê were dayîn. Hevalên me tên darizandin û hevalên me parêzer beşdarî rûniştinên dozê nabin. Beşdariya van dozan dihat wateya yek ji parçeyê van lîstokên tên leyîstandin. Di darizandina vê hefteyê de hevalên me beşdr nebûn. Ji niha şûn ve jî ev helwest berdewam bike wê hevalên me nebin parçeyek vê pêvajoyê.” 
  
Parêzer Arzû Kurt jî diyar kir ku ev doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin û dixwazin vê dozê bikin hêceta girtina HDP’ê. Kurt anî zimên ku tê xwestin bi guhertina şandeyên dadgehê zû zûka dosyeyê bigirin û dixwazin biryara di hişê xwe de ya ku mafê parastinê nedin kirin eşkere bikin. Kurt destnîşan kir ku periyodên rûniştinên dozê ne li gorî rastiyê tên birêvebirin û dij mirovî ye û ev yek veguheriye îşkenceyê. Kurt destnîşan kir ku ew ê nebin terefê vê darizandina sexte.

Parêzer Çîgdem Kozan jî bal kişand ser rûniştinên dozê û wiha got: “Di mehekê de sê hefte ya li ewyana danişînê yan jî li odeyên tele konferansê bi darê zorê hevalên me beşdarî danişînê tên kirin. Me ji wan re got di sê hefteyên mehekê de birêvebirina dozê muameleya xerab e. Mafên hevalên me yên tînin danişînê û dibin tên astengkirin. Mafê parastina wan tê astengkirin. Rûniştinên dozê veguheriye îşkenceyê.” 
 
Kurt da zanîn ku îtîraza wan ji bo hevalên wan girtî tên darizandin kirine hêj neşandine dadgeha bilind û got, “Dadgeh dixwaze bi lez û bez biryarê bide û dozê bi dawî bike. Em dibînin ku tu armancek dadgehê nîne ku darizandinek adilane bike. Şande mafê dairzandina adilane binpê dike. Me serî li Desteya Dadger û Dozgeran da û giliyê şandeya dadgehê kir.”