Erzîncan: Em ji hev bawer bin û têkoşînê geş bikin

Erzîncan: Li dijî revandin û kuştina zarokan divê reflekseke xurt a civakî hebe. Ev yek bûyerên tesadûfî nînin, ji aliyê dewletê ve hatine organîzekirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, ji nû ve dîzaynkirina sîstema navendî ya cîhanê ji ANF'ê re nirxand.

REWŞA HEYÎ YA SÎSTEMA NAVENDÎ YA LI CîHANÊ, JI BO JINAN ÇAVKANIYA NEBAŞIYÊ YE

Erzîncan destnîşan kir ku rewşa heyî ya sîstema navendî ya cîhanê ji bo jinan çavkaniya xerabiyan e û got, "Em di demeke welê de ne ku sîstema baviksalariyê dixwaze xwe bi rê û rêbazên cuda sazûmankar bike. Di nava vê sîstemê de dixwazin jinê hem ji aliyê azadiyê ve hem jî ji aliyê fîzîkî ve bikin objeyekê."

Erzîncan bal kişand ser tespîtên ku dibêjin 'di siyaseta cîhanê de meyla rastgiriyê serwer e' û diyar kir ku pêwîste ev tespît hîn bi kûrahî bê nirxandin. Erzîncan got, "Gelo bi rastî jî li nava civakên cîhanê meyla rastgiriyê serwer e? Bi dîtina min ev tespît ne rast e. Dema ku vê tespîtê dikin, xwe dispêrin çi? Xwe dispêrin parlament û hikumetan. Pêwîste em sîstemên parlamenteriyê jî binirxînin, lêpirsîn bikin.

Ji ber ku ew parlamentên qala wan tê kirin, deng û temsîla civakê nakin. Lewma pêwîstî bi sîstemeke welê ya demokratîk heye ku karibe dengê civakê bi xurtî nîşan bide. Em ji vê sîstemê re dibêjin; konfederalîzma demokratîk. Lîstikên sexte yên sîstemên heyî yên parlamenteriyê, saziyên mîna Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamenta Ewropayê jî tevizandine. Pêwîstiya hêzên super êdî bi saziyên wiha, bi peymanên navneteweyî re nîne. Ji ber ku van saziyan, 5 ji sedî yê gotinên xwe jî nekarî bi cih bînin. Veguherîn maskeya wê yekê ku civakê bi dewlet û sîstema desthilatdar ve girê bidin. Bêyî van maskeyan êdî dixwazin bi rengekî bê rehm û hovane hegemonya xwe ava bikin."

BI DESTWERDANA HÊZÊN GLOBAL RE NETEWEPEREST DIBIN DESTHILATDAR

Besê Erzîncan diyar kir ku di vî warî de desthilatdarî û dewletên heyî meyla rastgiriyê temsîl dikin û got, "Gelo çawa dibin desthilatdar? Dema ku hemû derfetên dewletê di destê wan de bin, beriya hilbijartinê her tiştî eyar û amade dikin. Hêzên desthilatdarîparêz û dewletparêz ên global, bi rê û rêbazekê dest li parlament û hilbijartinên li hemû welatan werdidin û rê didin ber wan. Hêzên neteweperest, zayendîperest û olperest ên her welatî, bi nûnerên heman ferasetê yên welatên din xwe digihînin hev û bi hev re dixebitin. Sermeselê; her kes pê zane ku di hilbijartinên DYA'yê de ji bo Trûmp bi ser bikeve Pûtîn kete nava hewldanan. Di hilbijartinên Tirkiyeyê de jî ji bo Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne, hêzên super ên li cîhanê li hev kirine."

HÊZÊN DEMOKRATÎK Û AZADÎXWAZ SERDEST IN, LÊ JI BER NE BI RÊXISTIN IN, BÊ BANDOR DIMÎNIN

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê û gelemperiya cîhanê meyla çep, sosyalîst û demokratîk ji her demê bêhtir li pêş e û got, civak ji her demê bêhtir pêwîstiyê bi azadî û demokrasiyê dibîne.

Erzîncan ev tespît kir: "Pirsgirêka herî mezin a hêzên demokratîk û azadîparêz ew e ku eniyeke berfireh ava nekirine û têkoşîneke hevpar nameşînin. Sîstema kapîtalîst, modernîst ji aliyê hejmarî ve kêm e, lê xwedî organîzasyon û rêxistinbûneke gelekî xurt e. Ji ber ku bi rêxistin e, desthilatdariya xwe jî roj bi roj xurtir dike.

Hêzên demokrasiyê, azadî, aştî û wekheviyê 80 ji sedî yê civakê ne, lê tevî vê yekê jî ji ber ku ne rêxistinî ne, nikarin bandorê bikin. Ji ber vê yekê em tevlî wê nêrînê nabin ku dibêje 'civaka li gelemperiya cîhanê bi giranî destekê dide meyla rastgiriyê'.

Weke hêzên azadîparêz û demokratîk, divê em guh nedin vê derewê, bi van hîleyan nexapin û karê xwe bi xurtî, têkoşîna xwe bi hevgirtî, çalakî û perwerdeya xwe jî bi hêz bimeşînin. Berxwedan tê wateya têkoşîneke hevpar a rêxistinbûyî. Jin û ciwan pêşengên vê berxwedanê ne."

'NÊRÎNÊN RÊBERÊ ME JI HER DEMÊ BÊHTIR LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BELAV BÛNE'

Erzîncan anî ziman ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji her demê bêhtir li gelemperiya cîhanê tê qebûlkirin û di vî warî de got, "Li cîhana akademîk a çep-sosyalîst-demokratîk, nêrînên Rêberê me bi xurtî tê qebûlkirin. Tê nîqaşkirin. Pêşniyarên sîstemî û ramanî yên Rêberê me ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî destnîşan kiriye, bi giranî ji aliyê hêzên têkoşer ve tê qebûlkirn.

Weke Tevgera Jinên Kurd, avantaja me ya herî mezin ew e ku em bi nêrîn û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan tevdigerin. Havêna Tevgera Jinên Kurd bîrdoziya azadiyê ya Rêberê me ye. Li ser vê yekê derketiye holê û bi pêş ve çûye."

REVANDIN Û KUŞTINA ZAROKAN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de işaret bi revandin û kuştina zarokan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got, "Windakirina zarokan a dema dawî teqez polîtîkayeke dewletê ye. Hewl didin civakê bitirsînin û teslîm bigirin. Hêzên dewletê, polîs revandina zarokan organîze dikin. Eger bê lêkolîn wê eşkere bibe ku pêwendiya xwe bi hêzên dewletê heye. Li dijî revandin û kuştina bi rengê hovane, pêwîstî bi reflekseke xurt a civakî heye. Ev yek bûyerên rasthatî nîne. Şîdet, revandin û kuştina jin, zarok û ciwanan, bûyerên fûhûş û narkotîkê yên li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve hatine organîzekirin. Kiryarên şerê taybet e. Gelek mirov ji ber daxuyanî dane çapemeniyê, ya jî rexneyek li ser medya civakî kirine tên destgîrkirin. Lê belê kes dengê xwe li çeteyên bi vî rengî yên mafya nake. Berevajî, rê li ber wan vedike. Rêxistinên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên civaka sivîl, gelê me, mirovên me yên li tax û gundan, divê vê rewşê tiştekî asayî nebînin, teqez li ber rabin û têbikoşin. Piştî ku zaroka/ê malbatekê hate kuştin, kal û pîr di binê panzeran de hatin eciqandin, gelo çi ji wê civakê dimîne? Kêliyên bi vî rengî ew kêlî ne ku lêpirsîn li jiyanê tê kirin. Girîng e gelê me, malbatên me xwedî li zarokên xwe derkevin. Bi rê û rêbazên cuda xwe bi rêxistinb ikin. Her jin divê li gorî îmkan û derfetên xwe têbikoşe. Divê li ber rabe û ti carî teslîmî sîstemê nebe. Polîtîkayên wiha yên faşîst divê qet qebûl neke. Bi taybetî li Stenbol û Amedê, li hemû metropolê Tirkiyeyê û li her bajar, bajarokên Kurdistanê pêwîste rêxistinên jinan li dijî rejîma faşîst bi rengekî hevpar têbikoşin."

Erzîncan bi bîr xist ku tevgerên jinan bi rêbazên berê yên kar nikarin têkoşîna azadiya jinê bimeşînin û got, "Divê hemû mercên heyî bên nirxandin, stratejiyên têkoşînê bên diyarkirin, rêxistinbûn, perwerde û çalakî ji nû ve bên xurtkirin."

DIVÊ EM JI HEV BAWER BIN Û TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN

Besê Erzîncan destnîşan kir ku divê ew têkoşîna xwe ya bi biryar û afirîner li hemû eniyan bimeşînin û herî dawî got, "Em di serdemeke girîng a azadiya xwe de ne. Di vê demê de bi biryardariya afirandina jiyanê û berxwedanê em dikarin bi ser bikevin. Bi sererastkirin, perwerdekirin û birêxistinkirina xwe em dikarin bi ser bikevin. Divê em hemû hêzên mûxalîf û azadîparêz bibin yek û têkoşîneke hevgirtî bimeşînin. Girîng e em bi hev re xwedî li daxwaza gelan, baweriyan û jiann derkevin, bi têkoşîneke hevpar rejîma destbixwîn a faşîst qels bikin û bi vî rengî em bi ser bikevin. Em bi vê bawer in. Em ji hev bawer bim û têkoşînê bi hev re geş bikin."