Ermenistan li ser êgir e

Dijberên Serokwezîr Nîkol Paşînyan avêtin ser avahiya hikumetê.

Bi dehan kesî vê Duşemê avêtin yek ji avahiyên hikumetê û bang li personelên wezaretê kirin ku tevlî mîtînga îro ya Serokwezîr nebin.

Çalakgeran piştî ku bang li Serokwezîr Nîkol Paşînyan kirin ji bo îstifa bike, ji avahiyê derketin.

Tê payin ku 1'ê Adarê 2 çalakî bên lidarxistin. Yek jwê li ser banga Nîkol Paşînyan bi wesîleya salvegera tepisandina çalakiyên şermezarkirinê yên 1'ê Adara 2008'an e. Çalakî wê li paytext Erîvanê saet di 18:00 de pêk were.

Muxalefet jî wê heman saetê li dijî hikumetê dakeve qadan.

Ji 9'ê Mijdara 2020'î dema ragihandina agirbesta têkildarî şerê li Qerebaxê û vir ve muxalefet zextê li Paşînyan dike.

Tevgera Selameta Welêt ku ji 17 partiyên muxalîf pêk tê, tim û tim çalakiyên şermezarkirinê li dar dixe û banga îstifayê li Paşînyan dike.

Her wiha di nava artêşê de jî eniyeke cidî li ber Paşînyan radibe. Piştî ku artêşê bang li Paşînyan kir ku îstifa bike, Serokê Fermandariya Giştî Onîk Gasparyan ji aliyê Serokwezîr ve ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Tevî vê krîza ku ji ber têkçûna leşkerî ya li Qerebaxê rû da, her wiha krîzeke nû ya siyasî ye ku wê jî ji ber fuzeyên Rûsyayê rû da.

Paşînyan beriya niha bi demeke kurt ragihandibû ku fuzeyên Îskander ên Rûs di dema şerê li Qerebaxê de neteqiyane. Alîkarê Serokê Fermandariya Giştî piştî ku ev daxuyanî bihîst bû 'hirehîq'a wî û piştre ji wezîfeyê hate dûrxistin.