Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Erdogan hewl dide li Fransayê jî demografiyê biguherîne!

Parlamenterê herêma Val d'Oîse ya Fransayê Françoîs Pûpponî yê sosyalîstê berê diyar kir ku rejîma Erdogan ji bo bandorê li siyaseta li welatê wan bike, torên xwe xistiye nava liv û tevgerê.

Françoîs Pûpponî ku zêdeyî 20 salan şaredarê banliyoya Sarcelles a Parîsê bû, ji kovara Le Marîanne re axivî. Ev herêm bi şêniyên xwe yên zêde yên biyanî tê naskirin.

Beriya demeke kurt bi navê "Les emîrates de la Repûblîqûe" (Mîrnişînên Komarê) pirtûkeke Pûpponî hate weşandin. Di pirtûkê de nerazîbûnê nîşanî bandora zêde ya Îslama siyasî ya li herêma hilbijartinê dide.

'NÊRÎNA MILÎ JI BO ERDOGAN TEVNAN DATÎNE'

Pûpponî ji kovara Marîanne re qala rewşa civata Tirk a li herêma Val d'Oîse dike û dibêje, "Beriya deh salan li bajêr bi giştî civata Tirk tune bû. Piştre wekîlên hatin hilbijartin dîtin ku Tirk hêdî hêdî gihîştine Goûssaînvîlle, Garges-lês-Gonesse û Sarcellesê. Nêta bicihbûnê bi rengekî eşkere nîşan dan. Kargeh vekirin, komeleyên çandî û olî ava kirin û berpirsyariya mizgeftan hildan ser milê xwe. Ya ku li Sarcellesê hatina cemaetê organîze kiriye Nêrîna Milî ya Konfederasyona Îslamê (CÎMG) ye ku nêzî Erdogan e. Lîderên wan gelekî çalak in, bi cih bûne û temsîla Îslama siyasî dikin. Li bajêr teşwîq dike ku tevnên Erdogan bên danîn."

'DIXWAZIN LI CIHÊN KU KURD Û ERMEN LÊ NIN, TIRKAN BI CIH BIKIN'

Li ser sedema bicihbûna vê civatê li herêma Sarcellesê Pûpponî got, "Sedemeke xwe ya hêsan heye. Li herêma min civatên ku ji Tirkiyeyê hatine qewirandin hene; Kurd, Keldanî û Ermen. Hikumeta Enqereyê baş fêhm kir ku van civatan ji bo parastina dozên xwe û bandorê li nûnerên gel bike, gelekî bi bandor in. Ev normal e. Lewma stratejiya Erdogan ew e ku li bajarên mîna Sarcellesê Tirkan bi cih bike, ji bo em stratejiyê biguherînin zextê li me û rayedarên hilbijartî bike. Eger em red bikin, wê me biqewirînin."

'ŞAREDARÊ KU LI BER RABÛ TÊK BIRIN'

Ji bo pirsa "Ya ku bi serê we hat ev bû?" Pûpponî got, "Belê. Dema ku min helwesteke tund li dijî rejîma Enqereyê nîan dida, hin lîderên hin civatan xwestin min bibînin. Ji bo min hişyar bikin ku zû ya dereng bibim hevalê wan naxwe wê min biqewirînin. Ya k kirin ev bû. Min ê ku bikeve şûna min hişyar kir ku bi van mirovan re bazariyê neke. Lê wî bi wan re peymanek çêkir û ji bo têkbirina min kampanya meşandin. Bi ser ketin."