Erdogan ferman da, "Artêşa Tirk-El Qaîdeyê" êrîş kir

Artêşa Tirk-Çeteyên El Qaîdeyê yên bi fermana Erdogan ketin nava liv û tevgerê, êrîşî Efrînê kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bi tundî bersiv dan êrîşan.

Piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di kongreya partiya xwe ya Xarpêtê de gefa êrîşê xwar, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li Îdlibê ketin nava liv û tevgerê û top avêtin Efrînê.

AKP-HEYET TEHRÎR EL ŞAM BI HEV RE ÊRÎŞ DIKIN

Edogan ku di çarçoveya plana avakirina 'herêmên bê şer' a mutabaqta Astanayê de destûr girt û kete Îdlibê, bi Heyet Tehrîr El Şam ku El Qaîde ya Sûriyeyê ye, hesabê dagirkirina Efrînê dike. Erdogan duh di kongreya AKP'ê ya Xarpêtê de got, "Em ê Efrînê bi serê wan ve birûxînin" û bi vî rengî li xwe mikur hat ku hewl dide kaoseke nû li herêmê biafirîne.

BI DIJMINATIYA LI KURDAN PAŞMÊRIYÊ JI TERORÊ RE DIKE

Tifaqa AKP-El Qaîdeyê, ku piştî destpêkirina operasyona artêşa Sûriyeyê ya bi desteka Rûsyayê li Îdlibê tengav bûn, duh careke din dijminatiya xwe ya li Kurdan raxist pêş çavan. Bi rêya vê dijminatiya xwe hewl dide paşmêriya ji terorê re dike, ji civaka navneteweyî veşêre.

BOMBE LI GUNDAN HATIN BARANDIN

Ji qereqolên li ser sînor ên li navçeyên Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê, duh danê nîvro top li navçeya Şiyê û gundê Dir Belot ên herêma Cindirêsê hatin barandin. Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam jî ku bi artêşa Tirk re heman demê ketin nava liv û tevgerê top avêtin gundê Îska yê navçeya Şerawa û gundê Celeme ya herêma Cidirêsê. Di vê êrîşê de gelek top û obus li zeviyê çandiniyê ketin û xisareke madî rû da.

TANK HATIN BICIHKIRIN

Artêşa Tirk û çeteyê wê danê êvarê jî tank li herêmê bi cih kirin. Vê carê berê êrîşên xwe dan Qere Baba ya Efrînê, gundê Ferferkê ya herêma Raco û gundê Pira Heşrekiya.

YPG Û YPJ'Ê BERSIV DAN

Şervanên YPG û YPJ'ê bersiv dan êrîşan û li cihê ku êrîş jê hate kirin dan. Di şerê navebra şervanên YPG/YPJ û çeteyan de tê gotin ku gelek çete mirin e û birîndar bûne.