Erdogan Başûrê Kurdistanê tehdîd kir
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan referandûma li Başûrê Kurdistanê bi gotinên “Hew te dît, em şevekê hatin” tehdîd kir.

Erdogan di civîna Ombûdsmaniyê de axivî û got: “Ka em bibînin wê Bakurê Iraqê petrolê bifiroşe ku derê? Wane di destê me de ye, em wê bigirin wê her tişt biqede.”
Erdogan got: “Referandûma li Bakurê Iraqê tê wateya keysparêziyê. Gavên veqetînê nayê qebûlkirin.Hurmeta me ji mafên birayên me yên Kurd hene. Me bi piştgiriya xwe, ew li ser lingan hiştin. Lê bêyî ku em li encama referandûmê binihêrin em qebûl nakin, em dibêjin ne meşrû ye.”
‘WÊ PETROLÊ BIFROŞIN KU DERÊ’
Erdogan wiha pêde çû: “Wane di destê me de ye, gelo ew ê petrolê bifiroşin ku derê. Tavîza me tune. Niha tenê çûna ji bo aliyê Iraqê destûr heye. Di vê hefteyê de em ê tevdîrên din jî diyar bikin. Wê ketin û derketin were girtin. Em ê bibînin bê êdî wê Bakurê Iraqê petrolê bifiroşe ku derê.”
‘HEW TE DÎT EM ŞEVEKÊ HATIN’
Erdogan diyar kir ku ji xeynî Îsrailê kes referandûmê nas nake û got: “Em ê bi awayekî biryardar gavên xwe biavêjin. Divê Bakurê Iraqê dev ji van gavan berde. Em ê destûrê nedin ku li Sûriyeyê dewleteke terorê were avakirin. Ev ji bo wan xewn e. Wekî ku min got, hew te dît şevekê em hatin.”