Erbaş: HDP ji bo gelan hêvî ye

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku HDP navnîşana çareseriyê, hêviyê ye û HDP di heman demê de îradeya avaker e.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir tevî doza girtin û kûmpasê û êrîşên giran ew ber bi kongreya xwe ya asayî ya 5’emîn ve diçin û bal kişand ser vî tiştî ku êrîş nikarin gelê Kurd û partiya wê bidin sekinandin û berevajî wê bi motîvasyon û biryardariyeke mezin ew ê kongreya xwe li dar bixînin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş derbarê Kongreya Asayî ya HDP’a ya Asayî ku wê di 3’ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin, ji ANF’ê re axivî.

LI HEMBERÎ ZILMÊ BERXWEDANEKE MEZIN

Erbaş diyar kir wekî kongreyeke asayî xuya dike lê ew ji gelek şertên awarte derbas dibin û got “Ji aliyekî ve doza girtinê, ji aliyê din ve doza Kobanê, operasyonên qirkirina siyasî, ji aliyê din ve polîtîkayên şer, krîza ekonomîk a ku her roj zêde dibe. Bazariya qirêj a ku Tirkiyeyê di civîna NATO’yê de kiribû. Ango di vê pêvajoya ku polîtîkayên li hemberî Kurdan gelekî zêde ne, em kongreya xwe li dar dixînin. Berxwedaneke me ya dîrokî heye. Berxwedaneke mezin a gelê Kurd heye ku li hemberî van tiştan hê jî li ser pêyan e, israr dike, daxwazên xwe dibêje û li hemberî polîtîkayên zilm û zordariyê li ber xwe dide. Bi vê motîvasyona ku biryardariya me zêde dike, em bi heyecan û bi coş kongreya xwe ya li dar dixînin. Ev êrîşên ku ez qal dikim û qedexekirin wê nikaribe li pêşiya me bibin asteng. Em ê bi coşeke mezin kongreya xwe di 3’ê Tîrmehê de bi şîara ‘Çareserî em in, gotina me heye’  li dar bixînin.”

KONGREYA XETA 3’EMÎN

Erbaş bal kişad ser bloka desthilatdariyê ya ku di şer û tecrîdê de israr dike û dijminatiya gelan dike û got “Li aliyê din jî bloka mûxalefetê heye ku desthilatdariyê rexne dike lê nikare ji pêdiviyên gelê Tirkiyeyê re bibe bersiv û nikare alternatîfeke demokratîk pêşkêş bike. Li hemberî vê rewşê em ji zû ve ye qala Rêya 3’emîn dikin.  Ne bloka faşîst û nijadperest û ne jî bloka mûxalefetê ya ku hewl dide vî tiştî restore bike û bimeşe. Em hewl didin îradeya demokratîk a gelan derxînin holê. Em li hemberî tecrîdê em azadiyê, li hemberî şer aştiyê, li hemberî çaresernekirinê çareseriyê, em ji bo ciwanên pêşeroja wan hatiye reşkirin hêviyê, li hemberî qirkirina xwezayê ekolojiyê û alternatîfeke alîgirê karker û kedkaran derdixînin holê. Ji ber ku kontrola medyayê bi desthilatdariyê re ye belkî xebatên me nayên dîtin lê em feraseta siyaseta demokratîk a ku xwe dispêre gel temsîl dikin. Em hay ji bêhêvitiya ji ber her du blokan hene. Gelê Kurd di serî de em hêviyê nîşanî gelên Tirkiyeyê didin.

Di kongreyê de em ê du peyaman bidin. Yek jê ev e ku li hemberî doza girtinê, êrîş û destgîrkirinan em li ser xwe ne. Hûn çi bikin jî em ê dev ji daxwazên xwe bernedin û em li vir in. Berxwedana me didome. Peyama me ya din jî ev e ku em ê bibin îradeya avakar. Li hemberî polîtîkayên çaresernekirinê yên her du blokan, em ê çareseriya demokratîk a rastîn derxînin holê. Hûn dizanin Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe, di vê atmosferê de em ê bibin hêza çareseriyê. Em ê pozîsyona xwe ya krîtîk ji bo pêşeroja demokratîk û hevpar a gelan bi kar bînin.

GEL ÇARESERIYÊ DIXWAZE

Erbaş diyar kir ku di dema amadekariya kongreyê de, wan kongreyên herêmê li dar xistine û bi gel re rûniştine û got “Gel êdî ji polîtîkayên bloka desthilatdariya faşîst aciz bûye. Em dibin şahid ku nîşaneyên vî tiştî roj bi roj zêde dibe. Her kes dibîne ku êdî koalîsyona AKP û MHP’ê nikare çareseriyê ava bike. Encamên krîza ekonomîk û serîlêdana rêyên zordariyê li ber çavan e. Ciwan diyar dikin ku hemû qanûn bi awayekî antîdemokratîk nadome û azadiya xwerêxistinkirinê tune. Bi milyonan kes hene ku hêviya xwe ji pêşerojê birîne. Di nav vê tabloyê de gel dixwaze guhertineke alternatîf, berfireh û radîkal pêk were. Gel dixwaze ne bi tenê desthilatarî biguhere divê pergal jî biguhere.”

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş bang li hemû gelan kir ku bila tevlî Kongreya Asayî ya 5’emîn a HDP’ê bibin û got “Em ê bi demokrasiyeke mezin derkevin pêşberî gelan. Em ê careke din diyar bikin ku HDP pêşeroja Tirkiyeyê ye, heta ku doza Kurdan çareser nebe wê pêşeroja Tirkiyeyê ne mumkun be.”