Enver Muslum: Projeya me xwe dispêre komunan

Hevserokê Herêma Firatê Enver Muslum li Îtalyayê di konferansa Konfederalîzma Demokratîk de axivî û qala kar û rêxistinkirina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Konferans li Romayê hate lidarxistin. Di roja dawîn a konferansê de Hevserokê Herêma Firatê Enver Muslum jî axivî.

Muslim diyar kir ku Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji heft herêman pêk tê û qala rêxistinkirina wê kir.

Muslim got ku “Li kantona Kobanê ya Herêma Firatê 548 komun hene û li temamî herêmê jî 890 komun hene. Bi dehan meclîs jî hene. Projeya me xwe dispêre komunan.”

Muslim diyar kir ku ligel kêmasiyên wan hene, bi vê projeya stratejîk ew tevlî nav komunan dibin û di rêveberirina civakê de cih digirin. Muslim bal kişand ser vî tiştî ku armanca wan neteweya demokratîk e.

Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret jî di panelê de axivî û bal kişand ser qetlîamên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê. Îmret diyar kir ku mekanîzmaya darbeyê ketiye meriyetê û li ser şaredariyên HDP’ê qeyyûm hatine peywirdarkirin.

Îmret qala pergala hevserokatiyê ya HDP’ê kir û got ku “Me ji bo şaredariyeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêze, xebat meşand.”

Îmret herî dawîn bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku “Azadiya Ocalan wê rêya azadkirina civakê û aştiyeke mayînde jî veke.”