Engîn: Êrîş li dijî hemû destketiyên Başûr e

Endamê Komîteya Navendî ya  PKK'ê Kasim Engîn bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û got, "Armanca van êrîşan ne tenê gerîla ye, li ser hemû Başûrê Kurdistanê gefa dagirbûnê heye û êrîş li ser tevahiya Başûr e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn li êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî leşkerên Tirk ji ANF’ê re axivî.

Engîn bal kişande ser karaketrê Îttîhat Terakkî got, Îttîht Terakkî û şopdarên wan bi tinekirina civakên li ser vê cografyayê xwe nas dikin. Engîn qirkirina Ermenan bi bîr xist û karaktere Îttîhat Terakkî wiha pênase kir: "Bi esasê xwe faşîzm û qirkerî çanda Îttîhat û Terakiyan e."

'DIXWAZIN BI DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BILÎZIN'

Engîn li ser armanca tevgera dagirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, komkujiyên li Sûr, Cizîrê bi bîr xist û got, "Dixwazin êrîşê bibin ser coğrafyaya Kurd û demografiye bilîzin. Êrîşên li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê ya 2017’an jî tê zanîn. Di rojekê de nirxên ku hatine avakirin hatine desteserkirin. Li ber çav, ê ku ev kirî her çendî dewleta Iraqê be jî, rêveberê vê yê esasî faşîzma Tirk e."

'ARMANCA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê SÎNORÊN BERÊ NE'

Engîn diyar kir ku faşîzma Tirk bi esasî xwe bi rengê Osmaniyên nû bi nav dikin û xeyala wan ew e ku sînorên berê yên Osmanî deyne û got, "Ne beleheq e ku faşîzma AKP-MHP’ê tim behsa Heleb, Mûsil, Batûm, Selanîk û Kerkûkê dike."

'ARMANCA ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ HEMÛ DESTKETIYÊN BAŞÛR IN'

Engîn bal kişande ser êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, pêvajoya guherînê ya Rojhilata Navîn dest nîşan kir û got, dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne. Engîn diyar kir êrîşên dagirker ên li ser Bradostê li ser vê zemînê pêk tên û armanca êrîşê ne tenê gerîla ye, li ser tevahiya Başûr gefa dagirkirinê û êrîş hene.

Engîn got, di serî de gelê Başûr, divê çar parçeyên Kurdistanê ji bo êrîşên dagirker hazir bin, faşîzm ne tenê ji hêla leşkerî ve berê xwe daye Başûr lê her wiha ji hêla siyasî, civakî û sosyal ve jî berê xwe daye Başûr.

Engîn bi bîr xist ku gerîlayên HPG-YJA Starê hêza parastinê ya hemû Kurdistanê ne, bal kişande berxwedaniya gerîla ya Bakur û Başûr ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger û got, "Berxwedana gerîla hewldana li dijî her cure faşîzmê ye. Gerîla bi vê bîreweriyê şer dike û li ber xwe dide. Mînaka vê ya herî berbiçav qada Bradostê ye. Li Bradostê gerîla her roj çalakiyan dike."

Engîn bi domdarî got, "Dîmenên ku di Gerîla TV’yê de derdikevin mînaka vê ya herî berbiçav e. Lê berxwedan divê tenê bi gerîla re sînordar nemîne, divê civak jî li ber xwe bide. Di qada siyasî de bersiva herî baş a li dijî faşîzmê hilbijartina 24’ê Hezîranê ye. Di qada civakî de bersiva herî baş a li dijî êrîşên dagirker serhildan in. Berxwedaniya gerîla di demên pêş de zêdetir wê geş bibe û bidome."

Engîn her wiha got, PKK weke van 40 salên dawî niha jî li dijî êrîşên dagirker, mêtinger ên faşîzmê wê bi berxwedaniyeke giştî bersivê bide.

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ÊRÎŞ PEJIRANDINE'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got faşîzm bi teknîka herî pêşketî êrîşê tîne ser Kurdistanê, bal kişande ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ser êrîşên faşîzma dewletî ya Tirk a li Başûr û got, ev bêdengî tê maneya pejirandina êrîşên dagirker. Engîn diyar kir DYA, Rûsya, welatên Ewropayê li gor berjewendiyên xwe ev êrîş pejirandine û ev jî rewşeke têkildarî şerê cîhanê yê 3’yan e.

'JI BO FAŞÎZMÊ KURDÊ BAŞ KURDÊ MIRÎ YE'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bal kişande bêdengiya Barzanî û PDK’ê ya li ser êrîşan, diyar kir ku partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê xwedî helwest bin.

Engîn bi bîr xist ku êrîş ne tenê li ser Başûr, li ser hemû Kurdistanê  ye û got divê demildest yekîtiya neteweyî ya Kurd were danîn û bi vî rengî ew ê bikaribin pêşî li êrîşên dagirker û mêtinger bigirin. 

Engîn her wiha got divê partiyên siyasî yên Başûr rastiya dijmin baş nas bikin. Engîn bi bîr xist ku malbata Mele Mistefa Barzanî ji hêla Osmaniyan ve hatiye êsîrkirin, lîderê Neqşîbendiyan û birayê mezin ê Mele Mistefa Şêx Evdilselam Barzanî li Mûsilê hatiye darvekirin, her wiha Şêx Ehmed dema ku li dijî Iraqê li ber xwe daye faşîzma Tirk ew radestî Iraqê ye, helwesta dewleta Tirk a li bara referandumê jî bi bîr xist û got, "Ti xêra dewleta Tirk ji pêkhateyên Başûr re nîn e. Ji bo faşîzmê Kurdê baş Kurdê mirî ye. Ji bo vê divê Kurd bi giştî li ber xwe bidin. Ji bo vê jî hewceyî bi yekîtiya neteweyî heye."