Endamên kongreya DYE'yê xwestin, êdî teknolojiya droneyan ji Tirkiyeyê re neyê firotin

Du endamên Meclîsa Nûneran a DYE'yê David Cicilline û Gus Bilirakis ji Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken xwestin ku firotina teknolojiya droneyan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Di nameya David Cicilline û Gus Bilarakis de hate ragihandin ku bikaranîna Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ji aliyê dewleta Tirk ve li Qerebaxê, Kurdistan, Sûriye û Lîbyayê, li dijî polîtîkaya derve ya DYE'yê û li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Lewma hate destnîşankirin ku qedexekirina firotina teknolojiya droneyan divê bibe gava destpêkê ya li dijî binpêkirina pîvanên mafên mirovan ji aliyê hikumeta AKP'ê ve.

Herdu endamên kongreyê nameya xwe pêşkêşî îmzeya endamên din jî kirin û diyar kirin ku hevkariya di vê mijarê de ji bo balkişandina ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya xwe vegirtina ji hevkariyê, gelekî girîng e.

Di nameyê de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê weke êrişkar û astengkirina hewldanên hevsengî û aştiya li herêmê hate pênasekirin. Ji Wezîrê Karên Derve Blinken û rayedarên din hate xwestin ku vê rewşê binirxînin.