Endamên HDP û Partiya Şoreşger hatin destgîrkirin 

Li Enqere û Îzmîrê, di serdegirtina malan de endamên HDP'ê û serokê bajêr a Partiya Şoreşger hatin destgîrkirin.

Îro ber destê sibê li Enqereyê polîsan di ser gelek malan de girt û 3 kes destgîr kirin. Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Şehrîban Zugurlî, berpirsyarê standa HDP'ê Şahîn Bardakçi û jina bi navê Şîlan ku paşnava wê nehat zanîn, hatin destgîrkirin.

ÎZMÎR 

Li Îzmîrê jî di serdegirtinên ku ber destê sibê hatî kirin de serokê bajêr a partiya şoreşger Sînan Denîz hate destgîrkirin. 

Wekî din, 10 HDP'iyên roja 10 Hezîranê li navçeya Bûca ya Îzmîrê piştî fitarê hatin destgîrkirin hêj nehatine berdan. Dîsa destgîriya hevserokê navçê yê HDP’ê Bîrol Dûrûk û Haydar Yilmaz û seyareya anonsê ya namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş didome.