Endamê Meclîsa Şaredariya Cenevreyê ji bo 'Efrînê' bang kir

Di rûniştina mijara Mafên Mirovan a Meclîsa Şaredariya Cenevreyê de endamê meclîsê Taîmoor Alîassî axivî û got; "Dewleta Tirk li Efrînê mîrateya çandî û dîrokî ya gelê Kurd ji holê radike."

Di rûniştinên Meclîsa Şaredariya Cenevreyê de, bi wesîleya 70. salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, binpêkirina mafên mirovan a li cîhanê hate nirxandin.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan ê Netewên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet, nûnerên rêxistinên sivîl, Şaredarê Cenevreyê Samî Kaan û endamên Meclîsa Bajar a Şaredariya Cenevreyê beşdarî rûniştinê bûn.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê Mîchelle Bachelet got, polîtîkaya siyasetmedarên populîst a demên dawî bûye sedem ku binpêkirinên mafên mirovan zêde bibin. Bachelet balkişand li ser mexdûriyeta ji ber şerê navxweyî yên li Yemen, Sûriye û herêmên din û bang li hêzên navneteweyî kir ku pêşî li binpêkirina mafên mirovan bigirin.

'LI EFRÎNÊ ÇAND Û DÎROKA KURDAN JI HOLÊ TÊ RAKIRIN'

Endamê Meclîsa Şaredariya Cenevreyê yê ji partiya sosyalîst Taîmoor Alîassî jî binpêkirina mafên mirovan a li gelek herêmên cîhanê bi bîr xist û işaret bi kiryarên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî Kurdan kir.

Alîassî got, "Dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ku Cizîr serûbin kir, bajarê Kurdan ê li nava Sûriyeyê, Efrîn dagir kir" û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk niha li Efrînê mîrateya çandî û dîrokî ya nîv sedsalî ya gelê Kurd bi rengekî giran û dramatîk ji holê radike. Divê mirov li dijî vê derkevin."

'BI SEDAN MIROV HATIN DARVEKIRIN'

Di mijara Îranê de jî Alîassî got, "Her sal bi sedan mirovên Kurd an jî ji neteweyên din, ji ber nêrînên xwe yên siyasî ji aliYê rejîma Îranê ve tên darvekirin. Pêwîste pêşî li vê were girtin."