'Endamê dîplomasî Bêwar Emîn û Osman Nadir li Parastinê ne'

Endamê dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, li gorî agahiyên hatin girtin ji aliyê hêzên Istixbaratê ya Parastin ve hatine girtin.

Endamê Dîplomasiyê ya Wargeha Penaberan a Şehdî Rûstem Cûdî Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr, ji aliyê hêzên Parastin a girêdayî PDK’ê ve li Hewlêrê hatine girtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên piştrast hatine girtin, her du welatiyên Mexmûrê ji aliyê Hêzên Istixbarata PDK’ê Parastin ve hatiye girtin û li Asayîşa giştî ne. Hate ragihandin ku êşkenceyên pir giran li wan hatiye kirin.

Li ser mijarê ji Rêveberiya Karê Derve heyetek bi Qeymeqamê Mexmûrê re civiyane û qemeqam diyar kiriye ku wê li ser vê mijarê bi Walîtiya Hewlêr û Wezareta Navxweyî re bicive û sedemê bê ka çima ev kes hatine girtin û li kû ne baxive. Piştî hevdîtinan wê agahiyê bidin Têkiliyên Karê Derve yê Wargeha Mexmûrê.

Bêwar Emîn Tahir ev demek dirêj e xebatên dîplomasiyê bi taybet ji bo çêkirina nasname û gelek mijarên cuda ve hatiye peywirdarkirin û li ser vê mijarê bi heyetên Bexda û dîsa gelek saziyên peywendîdar ên Hewlêrê re civîn çêkirine. Her kes jî dizane ku Bêwar Emîn Tahir endamê karê dîplomasiyê ye.

Bi vê girtinê diyar dibe ku ji bo pêşîgirtina neçêkirina nasnameyên welatiyên wargehê yên ji bo hem kar û dîsa nexweşxaneyê û şêwazeke yê ambargoyê bide çêkirine. Ev girtin hem aliyê xwe yê siyasî yê PDK’ê û  zextên wê yên li ser wargeha penaberan dide nîşandan.

Dîsa fikar hene ku gelo bi hevkariya Parastinê, hêzên MÎT’ê yan destê Tirkiye di girtina van de hene.

Tevî ku dikarin di nava çend kêliyan de ragihînin bê ka çima girtine û li kûne, lê heta niha agahiyek nehatiye girtin.

Tevî ku Bêwar Emîn Tahir ji bo ev mijara nasnameya welatiyên wargehê bê çêkirin, bi dehan car hem bi asayîşa giştî hem jî bi rêveberiyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî re civîn çêkiriye, lê heta niha encamek di warê çêkirina nasnameyan de derneketiye.

Her wiha hate diyarkirin ku ji bo nasaneyên penaberên Mexmûrê neyên çêkirin dewleta Tirk zextê li Neteweyên Yekbûyî dike.

Gelo bi vê girtinê awir digerin bê ka li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê wê helwesta PDK’ê ya li ser gelê Penaber ên Wargeha Şehdî Rûstem Cûdî bi rengekî wiha dewam bike.