Encu: Li dijî şer û mêtingeriyê berê xwe bidin Kartalê

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu anî ziman ku çareya yekane, qewirandina mejiyê vê desthilatdariyê ye, ku di polîtîkaya şer û tundiyê de israr dike. Encu bang li gelan kir ku tevlî mîtînga li Stenbolê bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê 7'ê Tebaxê bi dirûşma 'Çareserî bi me re ye. Na ji şer û mêtingeriyê re' li Kartal a Stenbolê mîtîngekê lidar bixe. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu têkildarî mîtîngê ji ANF'ê re axivî.

Encu anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê hem dixwaze dengdêran li dora xwe bihêle, hem jî faşîzmê bêhtir mayinde bike û got, "Armanca bingehîn a hevdîtinên derve yên Erdogan planek ji bo êrîş û dagirkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma li dijî dagirkerî û êrîşên heyî, her wiha li hemberî israra di polîtîkaya şer û hewldaneke nû ya êrîşê de, divê em helwestekê nîşan bidin."

Encu ragihand ku li dijî polîtîkayên zextê wan gelek mîtîng lidar xistin, lê belê bi esasî li dijî israa di şer de wê helwesta gel û HDP'ê destnîşan bikin û got, "Nêzî hefteyeke me dest bi vî karî kirine û gelekî dixebitin. Me li navçeyan hemûyan plansazî amade kirine. Eleqeyeke mezin a gelê me heye, ji aliyê teknîkî ve jî me amadekariyên xwe kirine. Lewma em ê mîtîngeke gelekî xurt û bi beşdariyeke mezin pêk bînin."

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ragihand ku krîz hemû êdî di şexsê AKP'ê de şênber bûne û wiha dewam kir, "Lewma yekane çareya me şandina vê desthilatdariyê ye. Divê em li şûna wê jî rêveberiyeke nû ya demokratîk ava bikin, mejiyên qedexekar, mejiyên ku di şer û tundiyê de israr dikin biqewirînin. Bi vê wesîleyê bang li gelê me dikim ku 7'ê Tebaxê saet di 17:00 de li Qada Kartalê ya Stenbolê li dijî vê ferasetê dengê xwe bilind bikin."