Encamnameya civîna rêveberiya HDK'ê hate eşkerekirin

Encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya 2'emîn a Serdema 11'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hate eşkerekirin.

Civîna Meclîsa Giştî ya 2'emîn a Serdema 11'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bi beşdariyeke xurt pêk hat. Encamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di destpêka encamnameyê de hate gotin, "Meclîsê hevrêyên ku di têkoşîna demokrasiyê û şoreşê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bi bîr anî. Bîranîna hêja ya Lîderê Tevgera Rêya Ronî ya Perûyê Abimael Guzman silav kir, ku piştî 29 salên girtîmayî yên di nava tecrîda giran de tevlî karwanê nemiran bû."

Di encamnameyê de berxwedana li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên vê têkoşînê silav kir.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser hîmên rejîma 12'ê Îlonê hatiye rûniştandin û krîzên ku ji ber vê desthilatdariyê rû dane, hate bibîrxistin.

Di encamnameya civînê de hate destnîşankirin ku rejîmê bi desthilatdariya xwe ya 20 salan welat xistiye nava krîzên giran ên tenduristî, aborî, ekolojîk, siyasetê û hate gotin, "Bêkariya girseyî, xizanî û birçîbûn di asteke ku qet di dîroka Tirkiyeyê de nehatiye dîtin zêde bûye."

Di encamnameyê de işaret bi girîngiya fikrê Kongreya Demokratîk a Gelan hate kirin û hate gotin, "Wezîfeya herî girîng a siyasî û civakî ya vê demê ye ku li qada herêmî û xwecihî têkoşîn bê meşandin, rêxistiniya civakî, meclîs bên avakirin û civak di wan meclîsan de bibin xwedî erka biryardanê."

Herî dawî hate destnîşankirin ku bicihanîna feraset û fikrê HDK'ê weke wezîfeyeke sereke li pêşiya wan e û hate gotin, "Zext û dorpêçiya îdeolojîk a rejîmê bi vî rengî dikare bê şikandin. Hêza civakî ya têkoşînên azadî û demokrasiyê bi vî rengî dikare bê avakirin."