Encamnameya civîna HDK'ê: Tifaqa Rêya 3'emîn gelekî girîng e

Di encamnameya civîna HDK'ê de hate destnîşankirin ku beriya hilbijartinên pêşwext ên gengaz, gelekî girîng e ku tifaqa rêya sêyemîn di asta herêmî de bê birêxistinkirin.

Civîna Meclîsa Giştî ya 3'emîn a Dema 11'emîn a HDK'ê di 13 û 14'ê Mijdarê de li Stenbolê bi rengekî girseyî pêk hatibû.

Di encamnameya civînê de hate gotin, "Ji ber aliyê aborî yê krîza piralî ya li Tirkiyeyê, xizanî û birçîbûn zêde dibe. Desthilatdarî jî di vê mijarê de bi rengekî demkî jî be çareseriyê çênake. Ji xwe daxwazeke xwe ya bi vî rengî jî nîne."

HDK'ê ragihand ku Erdogan û derdora wî ji bo karibin desthilatdariya xwe dewam bikin, bi dagirkerî û serketineke leşkerî dixwaze hilbijartinekê pêk bîne.

Di encamnameyê de hate gotin, "Ji bo vê jî dixwaze qadên dagirkirî yên li xaka Sûriyeyê berfireh bike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî li pêşiya vê weke astengiyê dibîne û dixwaze berdêlê bi QSD'ê bidin dayin."

HDK'ê her wiha ragihand ku gelek îdîayên cidî hene ku dibêjin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Bêhiqûqiyên bi heman rengî, kiryarên nerewa li Tirkiyeyê, li girtîgehan jî diqewimin."

HDK'ê bal kişand ser krîza aboriyê û rageşiyan û anî ziman ku desthilatdarî ji hev dikeve û hilbijartin jî di demeke nêz de dikare bê kirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet ji bingehê ve zêde ji hev cuda nînin û hate gotin, "Di vê rewşê de gelekî girîng e ku tifaqa demokrasiyê bê xurtkirin ku em jê re 'Rêya 3'emîn' dibêjin. Divê ev tifaq li asta herêmî û civakî, ji bo yekîtiyeke hevgirtî ya têkoşînê bê xurtkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de Seyîd Riza û hevrêyên wî ku bi hinceta 'Raperîna Dersimê' hatin darvekirin, hatin bîranîn.