Encamên surprîz ên hilbijartina Iraqê

Di hilbijartina 12'ê Gulanê ya parlamenta Iraqê de encamên suprîz derketin holê. Du lîsteyên ku li dijî sîstema heyî kampanya dikirin, li pêş in.

Tifaqa Saîrûn/Tevgera Şoreşgeran ku lîderê Şîa Muqteda Sadr û komunîstan li dijî nelirêtiyê ava kirin, li 6 ji 18 wîlayetan di rêza yekemîn de ye, li çar wîlayetan jî di rêza duyemîn de ye. Yek ji herêmên ku ev tifaq lê li pêş e, paytext Bexda ye.

Lîsteya Fetîh a hêza berê ya milîs a Haşdî Şabî, li çar wîlayetan li pêş e. Li heyşt wîlayetan jî di rêza duyemîn de ye.

Lîsteya Serokwezîr Haydar El Ebadî ku civaka navneteweyî piştgiriyê dide wê, ji bilî wîlayeta Nînovayê li ti wîlayetan nebû yekemîn. Destpêkê gelek berpiryarên siyasî îdîa kirin ku lîsteya Serokwezîr li pêş e û îdîa kiribûn ku vê lîsteyê 60 kursî bi dest xistiye. Li gorî encamên hatin eşkerekirin, dibe ku ev yek biguhere. Ji ber ku di nava encamên hatine şekerekirin de dengên hêzên ewlekariyê û milyonek dengên Iraqiyên li derveyî welat nîne.

Tevlîbûna li vê hilbijartinê di asta rekorê de kêm bû. Hate eşkerkirin ku rêjeya tevlîbûnê 44,52 ji sedî ye. Ji sala 2003'an dema hilweşandina rejîma Saddam û vir ve cara yekemîn e ewçend tevlîbûneke kêm çêdibe.