'Encam wê giran be, divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin'

Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê bal kişand ser berxwedana girtiyan û hişyarî da, "Wê encamên jêneveger rû bidin." Di daxuyaniya heyetê de hate destnîşankirin ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li girtîgehan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate edstpêkirin di roja 166'an de ye.

Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ku ji nûnerên OHD, ÎHD, ÇHD, TÎHV, MA-TUHAYDER û SES'ê Şaxê Stenbolê pêk tê, rapora xwe ya li ser serdanên navbera 4-10'ê Gulanê de li girtîgehên Herêma Marmarayê kir, li şaxê OHD ê Stenbolê ya li Beyoglûyê eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Seroka ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût ve hate xwendin.

612 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE

Akbûlût diyar kir ku li 12 girtîgehan nêzî 612 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne û ragihand ku pênc rojan carekê komên ji 2-3 kesan li her girtîgehê dikevin grevê. Çîgdem Akbûlût anî ziman ku ji sedî 90 ê girtiyên ketine greva birçîbûnê berê herî kêm 89 rojan di greva birçîbûnê de man û nêzî 100 girtî jî di navbera 100-170 rojî de ketine greva birçîbûnê. Her wiha girtiyên ku niha di greva birçîbûnê de ne beriya niha zêdeyî carekê ji bo demeke kurt ketine greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger.

Ji lêpirsîna dîsîplînê heta nedayina vîtamîna B1 a çalakgerên greva birçîbûnê, binpêkirina mafên mirovan ên di dema çalakiyê de hatin vegotin û hate destnîşankirin ku daxwaza bingehîn a girtiyan ew e ku mafên wan ên di Peymanên Navneteweyî û Destûra Bingehîn de hatine diyarkirin bên misogerkirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.

'ENCAMÊN VEGERA JÊ NÎNE DIBE KU RÛ BIDIN'

Çîgdem Akbûlût diyar kir ku li girtîgehan di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin, girtî nikarin derfetên tedawiyê bi dest bixin û eger greva birçîbûnê dewam bike ev yek wê encamên giran bi xwe re bîne ku bandorê li ser tenduristiya gitriyan bike.

Ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina tecrîdê bang li Wezareta Edaletê û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî hate kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.