ENAG: Enflasyona salane di ser ji sedî 175'î re ye
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) got, "Enflasyona salane bû ji sedî 175.55. Endeksa Buhayê ya Serfkaran a meha Hezîranê ji sedî 8.31 zêde bû."
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) got, "Enflasyona salane bû ji sedî 175.55. Endeksa Buhayê ya Serfkaran a meha Hezîranê ji sedî 8.31 zêde bû."
Ji ber polîtîkayên şêlandin, mêtingerî û şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê aboriya Tirkiyeyê têk diçe.
Li gorî Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademîsyen û ekonomîstan ve weke serbixwe hatiye avakirin, Endeksa Buhayê ya Serfkaran (E-TUFE) meha Hezîranê ji sedî 8.31 zêde bû. Zêdebûna 12 mehên dawî ya E-TUFE gihîşt ji sedî 175.55'an.
Rêjeya 6 mehên dawî ji sedî 71.44 bû.
Enflasyona mehane ye meha Gulanê ji sedî 5.46 e. Rêjeya zêdebûna 12 mehan a li Endeksa Buhayê ya Serfkaran ji sedî 160.76 bû.