Emrê wê li ser rêya girtîgehê derbas dibe

3 zarokên Feyziye Kolakan girtî ne, lewma ji sala 1994'an û vir ve li ser rêya girtîgehan e. Kolakan diyar kir ku bi salan zext li wan hate kirin û weke "terorîst" hatin dîtin.

Polîtîkayên dewleta Tirk ên ne însanî yên li dijî girtiyên siyasî, di dilê xizmên girtiyan de timî bûye birînek. Bi taybetî, xizmên girtiyên siyasî ji ber sirgûnkirinê bi zor û zehmetî diçin serdana zarokên xwe. Girtî hîn li girtîgehekê bi cih nabin, di demeke din de sirgûnî girtîgeheke din tên kirin.

Polîtîkaya sirgûnkirinê ya dewletê, li pêşiya malbatên ku diçin serdana zarokên xwe yên girtî, pirsgirêka bingehîn e. Malbatên girtiyan dibêjin, zor û zehmetiya di dema çûyîna girtîgehên bajarên cuda yên Tirkiyeyê de, wan ji aliyê madî û manewî ve gelekî diêşîne.

Feyziye Kolakan ku ji sala 1994'an û vir ve diçe girtîgehan û tê, ji ANF'ê re qala zehmetiyên li pêşiya xwe kir.

'KURÊ MIN DEMA LI GIRTÎGEHÊ HEVSERA WÎ JIYANA XWE JI DEST DA'

Kolakan diyar kir ku 3 zarokên wê girtîne û got, yek jê li Bûrdûrê ye ku bi 1.137 kîlometreyî dûrî Amedê ye, 2 kurên wê jî li girtîgeha Amedê ne. Kolakan ragihand, yek ji kurên wê yên niha li girtîgeha Amedê ye, salên 1990'î hîn dema 12 salî bû hate girtin û kurê wê bê sûc girtî ye. Kolakan got, "Kurê min ê din jî, dema ku li girtîgehê bû hevsera wî jiyana xwe ji dest da. Hevsera kurê min ducanî bû. Polîsan her roj diavêjin ser mala me. Bûka min gelekî ji vê yekê tirsiyabû. Zarok ji ber wê çû, ji xwe piştî demeke kin bûka min jiyana xwe ji dest da.

Du zarokên wê yên din bêkes man. Dema diçûm dîtina zarokên xwe, nedibû ku min ev zarok li malê bihişta. Min ew jî bi xwe re dibir dîtin bavê wan. Ji ber ku qaweta min a kirîna du bilêtên otobusê tinebû, neçar bûm ku herduyan li ser çonga xwe bidim rûniştandin. Hevserê min nexweş bû, nikarîbû bixebitiya. Ji xwe her sê zarokên min li girtîgehê bûn. Ez jî çûm paqijiya malan."

'BI ÇAVÊ TERORÎSTAN LI ME DINÊRÎN'

Kolakan anî ziman, di dema çûyîna hevdîtinê de ji ber ku cih gelekî dûr bû, her tim dereng dima û got, "Wê wextê em ya bi trenê ya jî bi otobusê diçûn. Her du jî dereng diman. Ji ber ku dîsîplîna niha wê wextê tine bû. Rojekê em dîsa bi trenê çûn Konyayê ji bo hevdîtinê, lê dereng man. Çûm cem dozgerê girtîgehê û min jê re got, ji ber ku em bi trenê hatin, dereng ketin.

Dozger ji min re got, 'Hûn terorîst in, ez mafê hevdîtinê nadim we'. Min jî jê re got, 'Em terorîst nînin. Mirovên hev dikujin, yên dest diavêjin jinan, yên dizî û karên ne li rê dikin nabin terorîst, lê em dibin terorîst?' Bi rêya tercuman em bi vî rengî ketin nîqaşê. Her bim bi çavê terorîstan li me dinêrî. Hîn jî bi vî rengî ye."

'JI BER KU CIHÊ EM LÊ BIMÎNIN TINE BÛ, EM LI MIZGEFTÊ RAZAN'

Kolakan anî ziman ku ew bi dehan salan ji Amedê çûn gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo dîtina zarokên xwe û qala zor û zehmetiyên giran kir: "Mîna niha, wê wextê jî gelê li rojava em ji xwe nedidît. Bi çavê 'terorîstan' li me dinêrî.  Ji ber ku tren timî dereng diket, me biryar da ku êdî bi otobusê biçin. Rojekê ez, keça min, xwişka min û du zarokên wê em bi hev re çûn Bûrdûrê.

Rojeke tarî ya zivistanê bû. Êş bi gurçikên keça min ket. Me zanîbû ku kes ê alîkariyê nede me. Ji ber tiştên berê bi serê me ve hatin, me zanîbûn ku mirov xwe ji me vedigirin. Ez li mizgeftekê geriyam. Min yek dît û em bi hev re çûn wir. Mizgefta ku me xwe lê girt, ya jinan bû. Di wê şeva zivistanê de me li mizgeftê xalî li xwe pêçand û bi vî rengî kir sibe. Bû roja din, min şîret li yên li cem xwe kir ku tiştên bi serê me ve hatiye, ji kurê min re nebêjin. Min zanîbû ku eger jê re qalê bikin, wê kurê min gelekî pê biêşe."

DAXWAZA AŞTIYEKE BI RÛMET

Kolakan diyar kir, her gava diçû hevdîtinê, nêzîkatiyên biçûkxistinê lê dihatin kirin û got, "Bi her awayî lêgerîn dikirin. Ji me dixwestin ku em pêlavên xwe derxînin, bi rengekî tacîzê em sax dikirin. Ji xwe em bi zor û zehmetiyê dihatin ji bo hevdîtinê, di ser re lêgerînên bi vî rengî bi me gelekî giran dihat.

Lê tevî hemû zehmetiyan jî me bi israr dixwest hevdîtinê bikin. Dilê min bi pîl dixebite û êdî dibînim ku nema hêza min maye ku ewqas êş û zordariyê rakim. Êdî dixwazim aştiyeke bi rûmet û mayinde vê vî welatî. 25 sal in ji bo hevdîtinê diçim girtîgehan. Dixwazim ev êşa em dikişînin êdî biqede."