Emerikayiyên Başûr xwedî li HDP û berxwedana Kobanê derketin

Aktîvîst û rêxistinên li Başûrê Emerîkayê, ji bo piştevaniya bi HDP û berxwedana Kobanê peyamek dan.

Peyamek a piştevaniya bi HDP a ku bi Doza Kobanê ji aliyê Tirkiyê ve tê darizandin ji girava Emerîkaya Başûr hat.

Gelek rêxistin û aktîvîstên ji Kolombiya, Ekvator û Arjantînê, piştevaniya xwe ya bi HDP û berxwedana Kobanê re diyar kirin.

Li gelek welatên Ewropa ji ber doza Kobanê ya 26’ê Nîsanê hatî dîtin, piştgiriya HDP’ê kirin û banga xwedî derketina li Kobanê kirin.

Navê hinek rêxistinên ji Kolombiyayê ku peyama piştevaniyê dayîn wiha ne: “Serokê Rêxistina Gel a Herêmî ya Netewî ya Kolombiya (Organización Nacional Indígena de Colombia - ONIC) Armando Woûriyû, nunerê Tora Komeleyên Itoco (Asociación red Itoco) û Serokê Partiya Tevgera Civakî û Herêmî ya Alternatîf-MAÎS (Movimiento Alternativo Indígena y Social - MAİS) Marta Peralta.”

Van navan li gel wêneyên Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş, Gulten Kişanak, Ayla Akat û Sebahat Tûncel, dovîzên #SolidarityWithHDP û #DefendeKobani hilgirtin û piştevaniya xwe nîşan dan.

Bi heman şêweyî li Ekvatorê Nûnerên Rêxistina Femînîst a Civakî (Organización feminista popular), Rêxistina Heta Dawiyê Têkoşîn (Desde el Margen Luchar), Endamên Komîteya Piştevaniya bi Kurdistaniyan re ya Ekvatorê (Comité de solidaridad con Kurdistán- Ecuador) û li Arjantînê rêveberê Tevgera Ciwanên Gevarîst (Juventud Guevarista Argentina) Josefa Vergara, Marîo Gevarîatûs û Arî Adnaî peyamên piştevaniyê dan.

Aktîvîst û nûneran diyar kirin ku wê bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de bin, xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin û bi şopandina dozê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd û HDP’ê re bi domîn in.