'Em nêzî serketinê ne'

Naîme Çelîk ku ji bo bidawîbûna tecrîdê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kete greva birçîbûnê û piştî hate berdan jî çalakiya xwe dewam kir, anî ziman ku ew nêzî serketinê ne û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li vîna xwe derkeve.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiriye di roja 159’an de didome. Li girtîgehan jî ji 16’ê Kanûnê ve ye bi sedan girtî bi heman armancê di çalakiyê de ne. Ji 1’ê Adarê ve ye jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya xwe bi biryardarî didomîn in.

Girtiyên ku ji girtîgehan tên berdan jî li malên xwe çalakiyên xwe dewam dikin. Yek ji wan jî Naîme Çelîk e ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û piştî ku 28’ê Adarê de hate berdan çalakiya xwe li malê dewam kir. Çelîk pîştî 2 sal û 6 mehan girtî ma û niha çalakiya xwe li mala xwe ya li Taxa Fatîh a navçeya Baglar a Amedê didomîne. Naîme Çelîk li ser berxwedan û biryardariya xwe ya çalakiya greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.

Çelîk destnîşan kir ku ew jî weke hemû hevalên xwe 1’ê Adarê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çelîk da zanîn, dewlet dixwaze bi berdana çalakgerên greva birçîbûnê berxwedana wan bişkîne û 28’ê Adarê jî ew serbest berdane.  Çelîk diyar kir ku ew ji 'endamtiya rêxistinê û alîkarî dayina rêxistinê' dihate sûcdarkirin û 2 sal û 6 meh bûn ku girtî bû. Çelîk eşkere kir, ku ew heta negihêjin armanca xwe wê bi tu awayî dev ji çalakiya xwe bernedin û daxwazên wan jî pir eşkere ye.

‘EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME MAFÊ WE BI KAR BÎNE’

Çelîk bilêv kir ku berî niha Leyla Guven di dadgeha Tirkiyeyê de armanca çalakiyê anîbû ziman û got: “Em tiştekî pir cuda naxwazin. Em dixwazin ku weke her girtî Rêberê me jî mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe bi kar bîne. Em niha ji mirin û saxbûna Rêberê xwe jî ne haydar in. Em di wê astê de ne ku em dikarin ji bo Rêberê xwe, xwe birçî bihêlin û canê xwe feda bikin. Îro li zindanan bi hezaran hevalên me vêya dikin. Em dixwazin weke her girtî Rêberê me jî  hemû mafê xwe bi kar bîne û tecrîda li serê rabe. Tirkiye bi tecrîda li ser rêzdar Ocalan hiqûqa xwe binpê dike. Mafê girtiyan yên di qanûnê de hene ji bo girtiyan nayê dayîn. Rêzdar Ocalan îro nikare mafê xwe yê herî rewa bi kar bîne. Nikare bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Ez û hevrêyên min ji bo tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan ji holê rabe, me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Daxwaza me dawîanîna li tecrîdê ye. Wezîrê Karên Hundir û Dozger dibêjin, ‘Çima Abdullah Ocalan ji bo xwe nakeve çalakiya greva birçîbûnê?’ Me bi dehan caran ji wan re got. Rêzdar Ocalan ne kesek e, Ocalan Rêberê gelan e. Ocalan gel e. Ji xwe tişta ji destê Rêber Apo tê pêk tîne. Ji vir û pê de jî dikeve li ser milê me. Ji ber vê yekê jî me dest bi çalakiyê kir. Bi tecrîda girankirî dixwazin têkiliya Ocalan bi gel re qut bikin. Tu agahiya me ji jiyana rêzdar Ocalan nîne. Em ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in.”

‘EM NÊZÎ SERKETINÊ NE’

Çelîk anî ziman ku Leyla Guven bi çalakiya xwe nîşan da ku ew çiqas nêzî serketinê ne û wiha pê de çû: “Leyla Guven biryara çalakiyê li dadgehê girtibû. Agahiya me tune bû. Dema ku hat qawişê bi me re parve kir. Coş û baweriya wê bi heybet bû. Sekna wê nîşan da ku em çiqas nêzî serketinê ne. Coş û moralê wê da me, em li girtîgehê li ser piyan hiştin. Piştî Guven hate berdan, em gelek xemgîn bûn. Em wisa bûn yek, dema ji me veqetiya me xwe tenê hîs kir. Lê me ev baş dizanî. Leyla Guven li ku dibe bila bibe, wê coşa serketinê bidomîne. Leylayê bi sekna xwe daxwaza xwe li hemû cîhanê da bihîstin. Leylayê di seranserê çalakiya xwe de ken ji rûyê xwe kêm nekir. Bi kenê xwe nîşan da ku çawa ji şoreşê re pêşengî tê kirin. Guven hevalek hestiyar e. Ji ber vê xwest çalakiya xwe şexsî bimeşîne. Bi fikar bû ku çalakî wê rê li ber mirina veke. Me piştî çalakiyê xwest bi çalakiyên fedayî piştgiriyê bidin. Lê Guven nexwest ciwan bimirin, dixwest ew tenê bimeşîne. Me dizanibû wê çalakî li cîhanê belav bibe. Di destê gelên Tirkiyeyê de tiştek nemaye. Her kes dizane ku li welat destûra bingehîn tune ye. Kes nikarin çand, zimanê xwe bijîn. Em dizanin li dijî van zextan bertek hene. Me digot wê bertekên mezin derkevin holê. Lê vê di çapemeniyê de zêde deng neda. Îro cîhan behsa çalakiya me dike, lê çapemeniya Tirk nabîne.”

‘DEWLET JI ÇALAKIYÊ DITIRSE’

Çelîk bal kişand ser lîstikên dewletê ku armanca dike berxwedana çalakgeran bişkîne û wiha dom kir: “Armanca dewletê ew e ku li girtîgehan çalakiyê vala derbixe. Zêdetirî 2 sal bûn ez girtî bûm. Li gel ku di dosya min de tiştekî tune bû jî her carê bi hincetên vala min girtî dihişt. Niha jî ji bo ku ez dev ji çalakiyê berdim, ez berdam. Ji grevê ditirsin. Ji ber vê yekê hewl didin hevalên di grevê berdin. Bi vê yekê dixwazin ku çalakî mezin nebe. Heke armanca dewletê şikandina çalakiya me be, em dibêjin em li ku derê bin em ê çalakiya xwe bidomînin. Hûn ê nikaribin çalakiya me bişikînin. Ez îro li malê jî bim li kuçê bim jî li ku derê bibim jî ez ê çalakiya xwe berdewam bikim. Heta ku çalakiya me encam bide em ê bidomînin.”

‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’

Çelîk bang li raya giştî kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Em ji tu kesî tiştekî cuda naxwazin. Em dixwazin ku raya giştî çalakiya me bibîne. Divê gelê me armanca me zanibe û zanibe ku em ji bo çi bedena xwe dihelînin. Êdî bes e bila gelê me êdî çav û guhê xwe veke û me bibîne. Îro cenazeyê hevalê me ji zindanan derdikeve, sistema dewletê sîstemeke werê ye ku gelê me nikare biçe cenazeyê xwe bîne. Destûr nade ku dayik cenazeyê zarokên xwe bibînin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku xwedî li cenazeyê xwe derkevin. Bila her kes xwedî li vîna derkeve. Em ji jiyanê pir hez dikin. Qasî ku ez ji jiyanê hez dikim bawer nakim ku kes hez dike. Lê îro ji bo jiyanê dikarim bedena xwe jî bihelînim.”