'Em ê xaka xwe neterikînin'

Kesên ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li Serêkaniyê birîndar bûn, hêrsa xwe li dijî dagirkerî û qirkeriyê nîşan dan.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê didomin. Şervanên QSD'ê jî bi berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radiwestin.

Sivîlên ku ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh ji bo piştevaniyê û xwedîderketina li berxwedanê berê xwe dan Serêkaniyê bûn hedefa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan.

Ji ber êrîşê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 78 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên li herêmê. Çend ji birîndaran ji ANF'ê re axivîn.

Birîndaran diyar kirin ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelên din re di nava yekîtî û hevgirtinê de ye û gotin, "Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin û em ê heta dawiyê têbikoşin."