'Em ê ti carî dest ji gel û xaka xwe bernedin'

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin, destnîşan kirin ku wê ti carî dest ji gelê Kurd û xaka Kurdistanê bernedin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên di nava Pêngava Bazên Zagrosê de ne, qala berxwedanê kirin.

Viyan Tolhildan diyar kir ku di Pêngava Bazên Zagrosê de wan dîtin bê hevalên wan bi çi rengî bi ruhê Apoyî li ber xwe didin û got, "Dijmin bi çekên giran êrişî hemû qadan dike jî ev yek ji bo me ne asteng e. Berxwedana li qada Mamreşo li pêş çavan e. Dijmin tevî ku 10 rojan bi her awayî êriş kir, nekarî bikeva qadê. Berxwedana hevalên me hîn jî dewam dike.

Dijminê ku dixwaze berxwedanê bişikîne li şûna ku sîng bi sîng şer bike, çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji tirsan nikare fîşekekê jî biteqîne. Yên ku tevlî operasyonê bûne, piraniya wan çete ne yên ji deverên cuda anîne. Lê belê ne çete ne jî leşkerên Tirk nikarin li hemberî me şer bikin. Ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tînin. Em ê bi ruhê fedayî heta dawiyê li dijî dijmin li ber xwe bidin. Dijmin çi dike bila bike em ê êrişan pûç bikin. Bi saya berxwedana ku hevalên me dikin, dijmin nikare serweriya xwe ya teknîkê bi kar bîne. Me gelek caran dît bê leşkerên Tirk çawa direvin."

FÎŞEKEKE BI TENÊ JÎ BI ME RE BIMÎNE EM Ê LI BER XWE BIDIN

Roza Nûjîn jî destnîşan kir ku ew ji bo xaka xwe, ji bo welatê xwe, dîroka xwe û gelê xwe şer dikin û destnîşan kir ku ew ti carî ji serweriya teknîkê ya dijmin natirsin; "Li Mamreşo, li Avaşînê berxwedana ku hate kirin ji bo me gelekî girîng e. Em li ser şopa hevalên xwe ne yên di vê berxwedanê de şehîd bûn. Bila dijmin vê baş zanibe; bihosteke bi tenê ya xaka Kurdistanê jî bimîne, em ê li wir şer bikin. Fîşekek bi tenê jî bi me re bimîne, bombeyek bi tenê jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Li dijî teknîka dijmin em taktîkên xwe xurtir dikin.

Bi her şehadeta ku di berxwedanê de çêdibe dîrok tê nivîsandin. Ji bo heval Serhat, heval Zafer, heval Rûken, heval Sarya em ê bersiveke mezin bidin. Heta fîşeka xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin û xwîna hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Li dijî dagirkeriya dijmin divê jin hemû rabin ser piyan. Divê zilma ku dijmin li xaka Başûr dike, bêbersiv nemîne. Divê gelê Kurd, bi taybetî jî xelkê Başûr rabe ser piyan. Mafê dijmin nîne ku xaka Kurdistanê dagir bike. Ez weke jineke Rojhilatî, jineke Soran bang li ciwanên Başûr dikim; li dijî van êrişên dijmin serî hildin."

DIXWAZIN ÇAVÊ GELÊ KURD BITIRSÎNIN

Devran Ûrfa jî bi bîr xist ku dewleta Tirk timî propagandayê dike ku 'PKK qediya ye' û got, "Bi rêya vê propaganda reşkirinê dixwazin çavê gelê Kurd bitirsînin. Gerîla wê ti carî tune nebe. Em ê berxwedana xwe ya li dijî dijmin dewam bikin, ji ber ku em milîtanên Serok Apo ne. Bila her kes baş bi vê zanibe, em ê tola her hevalên xwe yên şehîd bûne teqez hilînin. Me berdêlên gelekî mezin dan, em ê bidin jî ji ber ku em di nava şerekî mezin de ne. Heta ku dijmin li Kurdistanê be, wê li van çiyayan dengê qleşan kêm nebe. Bi Pêngava Bazên Zagrosê em ê dijmin têk bibin."

DEWLETA TIRK TEVÎ KUK BI HER RÊBAZÊN QIRÊJ TEVDIGERE NIKARE BI SER BIKEVE

Avaşîn Delîla jî anî ziman ku li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî heye û got, "Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye, tunekirina gelê Kurd û PKK'ê ye. Lê belê li hemberî berxwedana gerîla bêçare dimîne. Bi vê bêçaretiyê serî li rêbazên qirêj dide. Çekên kîmyewî bi kar tîne, exlaqa şer binpê dike. Tevî van hemûyan jî gerîla ji berxwdanê ti carî tawîzê nade. Li Zapê, li Cîloyê berxwedaneke dîrokî dest pê kir. Hevalên me 4 roj in li dijî dagirkeriya li vê herêmê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.

Leşkerên Tirk li gel rêbazên xwe yên qirêj jî li hemberî berxwedana hevalan nikare bi ser bikeve. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Kurdistanê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Her gava ku li Kurdistanê biavêjin wê li wan bibe goristan. Em ê tola her şehîdê vê xakê hilînin. Em ê ti carî dest ji xaka xwe û gelê xwe bernedin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."