'Em ê rê nedin hêzên dewleta Tirk'

Gerîlayên YJA Starê yên tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bûn gotin, ew ê ti carî rê nedin hêzên Tirk ku bi hêsanî li vê xakê bigerin û wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Li dijî artêşa Tirk ku êrişên dagirkeriyê dibe ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla her çalakiyan dikin û tevî şert û mercên giran ên zivistanê derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Gerîlayên YJA Starê Sozdar Cûdî û Rosîda Botan ên tevlî çalakiyên Pêngava Cenga Heftanînê bûn ji ANF'ê re axivîn.

Sozdar Cûdî diyar kir ku wan çalakiya dawî ya ku 7 leşkerên Tirk hatin kuştin ji bo bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahî kirin û got, "Dewleta Tirk her roj di medya xwe de îdîa dike ku gerîla qediya ye û li çiyê kes nemaye. Baş e wê demê ewqas operasyonan ji bo çi dikin? Ya rast bi derewan dixwaze civakê bixapîne û hebûna xwe bidomîne. Lê belê gerîla roj bi roj mezin dibe û profesyonel dibe. Gerîlayên YJA Starê bi rengekî çalak tevlî vî şerê bûne û bi wî rengî tevdigerin. Bi çalakiyên xwe em ê nehêlin ku dijmin li xaka me bimîne."

'ME KIR KU EW GAV PAŞVE BIAVÊJIN'

Gerîlaya YJA Starê Rosîda Botan jî anî ziman ku artêşa Tirk bi êrişên dagirkeriyê hesabê wê yekê kir ku gerîla wê biqede û got, "Em ê nehêlin ku dijmin bi rehetî li vê xakê be, wê poşman bibe ku hatiye vê xakê." Botan destnîşan kir ku wan li dijî êrişên dagirkeriyê dest bi amadekiriyan kirin, pêngava Cenga Heftanînê dan destpêkirin û got, "Navê pêngavê bi xwe hêz, kelecan û moralê dide me. Êrişên dijmin berfireh in, lê belê çalakiyên me yên bi bandor jî dewam dikin. Dijmin gelek kuştiyên xwe eşkere nake. Di medya şerê taybet de jî mîna ku li çiyê gerîla nema ye radigihîne, lê belê ev hemû derew in. Mesela me li Girê Konferansê çalakiyeke bi bandor kirin, çalakiyeke encamgir bû. Em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî dewam bikin. Em ê Pêngava Cenga Heftanînê mezin bikin û dawî li hebûna dijmin a li ser xaka xwe bînin."