‘Em ê lîstokên xêrnexwazan vala derxin!’

Bertekên xelkê Şengalê yên li hemberî rêkevtina di navbera Hewlêr-Bexdayê de pêk hatî didomin. Xelk û saziyên gel ên Şengalê bi yek dengî dibêjin ku ti peyman û rêkeftinên îradeya Şengalê ne di nav de be wê nas nekin û xwedî helwest bin.

Di navbera hikumeta Herêma Kurdistan û hikumeta Bexdayê de roja 9’ê Cotmeha 2020’î li ser Şengalê rêkevtinek îmze kiribûn. Di vê rêkevtina ku tasfiyekirina îdare û statûya li Şengalê heyî pêş dibîne bertekên sazî û xelkê Şengalê her ku diçe zêde dibin. Xelkê Şengalê vê rêkevtinê weke berdewama qirkirina civaka Êzidî û binpêkirina îradeya pêkhateyên Şengalê dibînin.

‘HER BOSTEK AXA ŞENGALÊ BI XWÎNA ZAROKÊN ME HATIYE RIZGARKIRIN’

Dayika Neam Bedel di derbarê mijarê de diyar kir ku çi peyman û rêkevtin ji aliyê kî ve çêbe bila çêbe, heke îrade û temsîla pêkhateyên Şengalê, miletê Êzidî tê de nîn be dê bê encam bimîne û wiha got: “Her bihosteke axa Şengalê xwîna zarokên me, şehîdên me hatiye rizgarkirin. Lewre kî/ê bixwaze li ser Şengalê hesabekî bike, gavekî bavêje divê vê bizane û li gorî wê nêz bibe. Heta nûnertiya Êzidiyan û pêkhateyên Şengalê di nav de nebe, em ti nêzikatî û ferzkirinan qebûl nakin. Jixwe ji bo me ti qîmet û wateyeke vê rêkevtinê jî nîne. Du aliyên ku Êzidî û Şengal di nav lepên hovîtiya DAÎŞ'ê de hiştî û pişta xwe dayê, bi qasî misqalî zere tiştek ji bo Şengalê nekirî, nikarin li ser Şengalê biaxivin û li ser me civaka me plangeriyan bizivirînin. Em naxwazin lingên qirêj bidin ser axa me ya pîroz!

‘GELÊ ME WÊ PÊŞEROJA XWE DIYAR BIKE’

Li axa xwe, li ser civaka xwe li ser pêşeroj û çarenûsa xwe ji bilî me tu kes ne xwedî gotin û biryar e. Bi hezaran mirovên me bi komî hatin kuştin û di gorên nediyar ên komî de hatin veşartin, li meydanan bi zindî hatin şewitandin, keç û jinên me hatin revandin, li sûk û bazaran hatin firotin, wê demê çima hikumeta Iraqê tiştek nekir, hikumeta Kurdistanê destê xwe nelivand!”

‘HETA NIHA IRAQÊ JI BO ME ÇI KIRIYE?’

Dayika Bedel bal kişand ser vegera gel û alîkariya hikûmeta Iraqê û wiha domand: “Miletê me piştî fermanê ev 6 sal in vegeriyaye ser xaka xwe, rojekê hikumeta Iraqê nehatiye negotiye ka vê civakê ewqas êş û azar kêşa, ewqas bi karesatan re rû bi rû hat hiştin pêwîstiya wan çi ye! Miletê di xaniyên hilweşandî, şewitandî de bê derfetî ewqas sale birînên xwe dipêçe, xwe gihandiye astekê. Niha hate bîra hikumeta Iraq û Kurdistanê ku li ser Şengalê bibin xwedî hesab û kitab.

Yê ku di ber vê xakê de bedel dayî, ked dayî, xwîna xwe rijandî ev îradeya vê derê ye. Lewre li Şengalê bêyî vê îradeyê ti biryar nikarin bên girtin, gavek nikare bê avêtin, em destûr nadin. Heke bixwazin vê îradeyê tine bihesibînin, çawa me li dijî DAÎŞ'ê û êrîşên dewleta Tirk têkoşîn kiriye, em li hemberî her cure êrîşan jî li ber xwe bidin û serî natewînin.”

‘BÊYÎ ÎRADA ME TI KES NIKARE LI SER ME BIRYARAN BIDE’

Jînda Şengal jî anî ziman ku kesên berê bazarî li ser Şengalê kirî û firotîn DAÎŞ'ê niha dîsa li ser kar in û dixwazin careke dîtir Şengalê bixin bazarê û wiha pêde çû: “Lîstok, plangerî û bazariyên qirêj û metirsî li ser Şengalê tên kirin. Civaka Êzidî êdî ne weke berê ye ku fêm nekin û bibin amûrê vê siyaseta qirêj. Em van alî û hêzan ji 3’ê Tebaxa 2014’an û pêvajoya piştî wê heta niha baş nas dikin. bila xwe niha bi rûpoşên xemlandî pêşkêşî alemê nekin. Hem hikumeta Başûrê Kurdistanê, nexasim jî hikumeta Iraqê heta lêborîn, rexnedayîna xwe nedin civaka Êzidî û berpirsyariyên xwe pêk neynin, deynê xwe yê rûmetê nedin nikarin qala Şengalê û Êzidiyan bikin.”

‘ÊZIDÎ NE ÊZIDIYÊN BERÊ NE; ÊDÎ …’

Xwedêda Elyas jî di derbarê mijarê de da diyar kir ku ev peyaman li gorî berjewendiyên aliyên siyasî û hêzên derveyî ne û weke xelkê Şengalê van hewldan û helwestên wiha qebûl nakin. Elyas: “Bi peyman û lihevkirinên wiha dixwazin miletê Êzidî dîsa vegerînin weke beriya 2014’an. Dîsa Êzidiyan ji ferman û qirkirinan re vekirî bihêlin, bê parastin, bê siyaset û îrade bihêlin. Lê belê êdî Êzidî ne êzidiyên berê ne; êdî vîneke azad a Êzidiyan derketiye holê. Êdî careke dîtir dê Êzidî van ferzkirin û lîstokan qebûl nekin ku aliyên siyasî bên Êzidiyan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin.

‘EM DIZ Û TALANKERAN BAŞ NAS DIKIN’

Elyas wiha domand: “Heke ev peyman ji bo xapandin, dizî û talanê be, civaka me êdî bi vê naxape û dê destûr jî nede van lîstokên erzan. Lewre em careke dîtir destûr nadin ku ne hikumeta Kurdistan ne jî ya Iraqê li ser me hesabên li gorî xwe bike.”

‘PIŞTÎ FERMANÊ XWE JI NÛ VE AFIRAND’

Dawûd Silêman ê şengalî jî anî ziman ku di serî de Êzidî, pêkhateyên Şengalê rûyê van hêz û aliyan nas dikin lewre Wê negihijin armanc û niyetên xwe yên ku ne xêra şengaliyan e û wiha dewam kir: “Êzidiyan, piştî fermanê xwe ji nû VE afiran. Sîstema xwe ya civakî, îdarî, siyasî, xizmetguzarî û ewlehî saz kir.

‘ARMANCA VÊ RÊKEVTINÊ BELAVKIRINA DESTKEFTIYÊN ŞENGALIYAN E’

Her du aliyên vê peymanê vê asta li Şengalê derketî holê tehemmul nakin û dixwazin belav bikin ku civaka Êzidî dîsa bê parastin û pêşeng bimîne. Em vê siyasetê ji berê ve nas dikin, ev siyaset ne ya îro ye. Ew dibêjin qey civaka Êzidî weke beriya 2014’an e, lê nexêr; civaka Êzidî êdî rêxistinkirî û hêz e.

Yê Şengal ava kirî ev îradeya Şengalê rêve dibe ye lewre dê di derbarê Şengalê de jî ev îrade biryar bide û xelk jî vê esas digire.”

‘EM RÊ NADIN REWŞ VEGERE BERÎ 2014’AN’

Seydo Elî jî bal kişan ser bêbextiya li Êzidiyan û Şengalê hatî kirin û wiha got: “Ferasetên ku 2014’an em terkî ferman û qirkirinê kirî, niha dîsa dixwazin vegerin çiyayê Şengalê û silteya xwe berdewam bikin. Heta xelkê Êzidî hebe, dar û berên çiyayê Şengalê hebe, careke dîtir em nahêlin ku vegere rewşa beriya 2014’an. Gelê me li dijî vê peymanê bi hêrs û bertek e. Lewma Wê hemû hesabên derveyî me yên li ser me tên gerandin Wê li Şengalê bên vala deranîn.”