‘Em ê bi ruhê ciwanan li dijî tecrîd û dagirkeriyê li ber xwe bidin’

Di Komxebata Asayî ya Meclîsa Xwendekarên Demokratîk de hate diyarkirin wê bi ruhê ciwanan li hemberî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Meclisa Xwendekarên Demokratîk bi şîara "Bi Ciwanên Pêşeng re ji Civaka Azad re" 1'emîn Komxebata xwe ya Asayî li Wanê li dar xist. Bi sedan ciwan beşdarî komxebata ku li Eywana Konferansê ya Baroya Wanê Tahîr Elçî hat lidarxistin bûn. Li eywanê pankartên "Em ji bîr nakin, wê Gulistaneke din kêm nebe”, "Li cihê ku ciwan lê nebe demokrasî geş nabe", "Jin jiyan azadî", "Tovên jiyana azad bi ciwanan şên dibe" û "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê ciwanî bi ser bikevin" hatin daliqandin. 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û endamên partiyê amade bûn û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqîqeyekê rêz hat girtin. 

Destpêkê endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku polîtîkayên qirêj li ser ciwanan bên birêvebirin. Kaya got: “Li Kurdistanê çekên kîmyewî tê bikaranîn lê kes dengê xwe dernaxe. Divê her kes rabe ser pêya û dengê xwe derxe.” 

Gunay banga rêxistinkirinê li ciwanan kir û wiha got: “Ciwanên rêxistinkirî hêza berxwedanê ya li dijî tecrîd, dagirkerî, kîmyasal û faşîzmê ye. Em ê bi ruhê ciwanan li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan li ber xwe bidin. Em ê polîtîkaya tecrîdê têk bibin. Em ê bi ruhê ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ û em ê bi ruhê Kemal Pîran û Mazlûm Doganan vê pêvajoyê bi rêxistin bikin. Em ê li ser xeta felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têbikoşin.”

Piştî axaftina Gunay komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.