Em di 12’ê Mijdarê de Marsîlyayê bikin qada berxwedanê

CDK-F: Di 12’ê Mijdarê de li Qada Canabîer a Marsîlyayê em ê meşeke mezin li dar bixin. Em banga tevlêbûna meşê dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F Marsîlyayê de hat gotin, "Operasyona îmha û dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst a dagirker tevî hêzên îxanetkar ên PDK'ê  didome. Di van êrîşan de êdî her roj çekên kîmyewî tên bikaranîn. Artêşa Tirk a dagirker di warê taktîka leşkerî de nikare gerîlayên azadiya Kurdistanê têk bibe,  di heman demê de sûdê ji bêdengiya dinyayê distîne û metodên derveyî exlaqî bi kar tîne.

Di vê çarçoveyê de em ê di 12’ê Mijdarê de li Meydana Canabier a Marsîlyayê meşek bi heybet û mezin li dar bixin. Bi vê meşê re em ê weke Kurdên li herêmê li dijî dagirkerî û îxanetê helwesta xwe nîşan bidin, li aliyê din jî em ê dewletên Yekîtiya Ewropayê û saziyên pêwendîdar ên li hemberî van êrîşên hovane bêdeng mane jî protesto bikin.

Bi Meclîsa Gel, Jin, Ciwan û hemû saziyên Marsîlyayê re wê di 12’ê Mijdarê de dilê me li çiyayên Zap, Avaşîn û Metînayê be.

Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe yên welatparêz dikin ku tevlî meşa Roja Rûmetê bibin. Ji bo tevlêbûna meşê em banga seferberiyê dikin.”