'Em 22'ê Hezîranê li Leverkusenê li hev bicivin'

Ji bo 15'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 22'ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were CENÎ banga tevlîbûnê kir.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li jinan hemûyan kir ku bi reng û nêrîna xwe tevlî 15'emîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin.

Di daxuyaniya CENÎ de hate gotin, "Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê bi hezaran girtiyên li girtîgehan, siyasetmedar û aktîvîstan ve hate meşandin, her wiha hewldana bi hezaran jinan a ji bo pêkhatina hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê bi rengekî demokratîk, nîşan dan ku li Tirkiyeyê polîtîkayên şer û tinekirina 'yên ne ji xwe' dikarin bên astengkirin. Bi sekna bi biryar a Leyla Guven û Dayikên Aştiyê li Tirkiyeyê derî li demokrasiyê vebû. Ji bo mezinkirina vî derî di serî de jin divê hêzên demokratîk hemû yên li Tirkiyeyê dest bidin hev.

Polîtîkaya sorkirina şer a bi rêya zextê ya li Tirkiyeyê bi bûyerên navneteweyî ve girêdayî ye. Ji bo dawî li polîtîkayên şer ên global bê anîn divê jin rola xwe ya polîtîk û civakî pêk bîne, vê qadê, xweza, aştî û jiyana pir rengî ji zîhniyeta serdest a mêr re nehêle.

Berxwedana jinên Kurd hêz û hêviyê dide jinan hemûyan ku li gelemperiya dinyayê berxwedana xwe mezin bikin. Festîvala 15'emîn a Jinan a Zîlan bi şiyara 'Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' pêk tê û em jî dixwazin di vê festîvalê de careke din balê bikişînin ser berxwedan û hêza jinê û serketina jinê pîroz bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku bi reng û nêrîna xwe tevlî 15'emîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin ku wê li Leverkusenê pêk were."