Elmanya di nava 3 mehan de bihayê 9 milyon eûro çek firotiye Tirkiye

Derket holê ku Elmanya di nava 3 mehên îsal de bi giştî bi bihayê 8 milyon û 975 hezar eûro bazirganiya çakan a ji bo Tirkiyeyê erê kiriye. Rêveberiya Berlînê, ji bo SÎHA’yên Tirk ên bi fuzeyên MRA û LRAT’yê hatiye amadekirin jî got, ‘sirên dewletê’ ne.

Partiya Çep û Partiya Keskan a li Meclîsa Federal a Elmanya bi du pêşnûmepirsên cuda daxwaz kir ku têkildarî bazirganiya çekan a bi desthilata AKP-MHP’ê re agahiyên destê heyî bên parvekirin. Ji partiya Keskan Parlementer Omîd Noûrîpoûr pirsa gelo di nava 3 mehên sala 2021’ê de tirkiye jî di nav de çiqas çek ji bo Misir, Behreyn, Yemen, Kuwêt, Erebistana Siûdî û Qeder hatiye firotin?

Musteşarê Wezareta Aborî û Enerjiyê ya Federal Dr. Ûlrîch Nußbaum bersiv da pirsa Noûrîpoûr û ragihand ji 1’ê Çileya 2021’ê heta 23’yê Adarê bi bihayê 8 milyon 975 hezar û 504 eûro firotina çekan a ji bo Tirkiye hatiye erêkirin. Li gorî agahiyên di destê ANF’ê de di nava 3 mehên dawî de Tirkiye di rêza sêyan a yek ji welatên herî zêde bazirganiya çekan kiriye, Qeter û Emîrtiya Erebên Yekbûyî jî li di rêzên ewilê de ne. Qeter bi bihayê 41 milyon eûro û Emîrtiyên Yekbûyî ya Ereban jî bi bihayê 23 milyon eûro firotina çekan erê kiriye.

Hikûmeta Elmanya di heman bersivê de fîrmayên ku bazirganiya çekan bi Tirkiye û Misrê re dike eşkere nekir. Parlemetera Partiya Çep Andrej Hûnko pirsa ‘Balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiye ku bi fuzeyên MRA û LRAT hatine motekirin, li Qerebax û Lîbya hatine bikaranîn an ne?’ weke ‘sira dewletê’ hate pênasekirin û bê bersiv hate hiştin.

Heyeta Desteya Zanistî ya şêwirmendiya Meclîsa Federal dike, li gorî rapora 22’yê Çileya 2021’ê diyarkiribû ku ÎHA û SÎHA’yên Tirkiye li Qerebaxê li dijî hêzên Ermenistanê hatibûn bikaranîn. Rejîma Erdogan a bi desteka welatên biyanî SÎHA’yan dihilberîne, di vê mijarê de hevkarê herî mezin Elmanya ye.

Hikûmeta Merkel bi xwe ragihandibû ku fûzeyên LRAT û MRA yên weke ‘OMTAS’ û ‘Mizrak-O’ tê binavkirin ku Elmanya firotiye Tirkiye, bi SÎHA’yan ve hatiye montekirin û bikaranîn.