Elmanya çiyê Erdogan e?

Me fêm kir ku dewleta Tirkiyeyê ya faşîst û dagirker sed sal in Kurdan qir dike. Lê gelo çi bi we dikeve ku, vê avadaniya faşîst çi dema ku tengav dibin hûn bi çek û pereyan alîkariya wan dikin?

Faşîzma Erdogan dema ku çalakiya Dayîkên Aştiyê qedexe kir û êrîşî çalakiyê kir, hikumeta Elmanyayê jî berê êrîşî ciwanên Kurd kir. Elmanyayê piştre jî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî qedexe kir a ku ji sala 1992’an û vir ve didome. Elmanyayê bi vê gava xwe re diyar kir ku ew bi dewleta faşîst a Erdogan re ye.

Dewleta Elmanyayê sed sal in di nav hemû çalakiyên li dijî Kurdan de ye. Tevî Îngîltereyê yek ji berpirsa sereke ya qirkirina li ser Kurdan e. Çi dema ku dewleta Tirk a faşîst û qirker êrîşî Kurdan kiriye, her dem dewleta Elmanyayê xwe daye kêleka wê. Tevî alîkariya çekan û ya maddî, êrîşî berxwedêran jî dike.

Dewleta Elmanyayê di sala 1987’an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan êrîşeke berfireh da destpêkirin û bi doza Dusseldorfê re wekaleta dewleta Tirk kir. Di vê doza rûreş de, şervanên azadiyê ji ber çalakiyên xwe yên qaşo li Lubnanê kirine, dihatin darizandin. Ne Lubnanê gilî kiribû û ne jî kesî daxwaza dozê dikir. Dozgerên Elmanyayê ketibûn şûna dozgerên leşkerî yên Tirkan.

Alî Haydar Kaytan yê ku di doza Dusseldorfê de dihat darizandin, bi çîrokekê rewşa dewleta Elmanyayê vedigot. Çîrok wisa ye, kesekî dewlemend beriya ku bimire, wasiyeta xwe dinivîse û ji kûçikê re xwe re dihêle. Piştî mirina vî kesî, dema ku wasiyet tê xwendin, kes nizane ew ê vê meseleyê çawa çareser bikin û berê xwe bidin ba qadiyê bajêr. Qadî wasiyetê dixwîne û diyar dike ku ev mal û milk êdî bûne yên wî. Yên ku berê xwe dane ba qadî, ji ber çareserbûna meseleyê aram dibin. Piştî ku ji cem qadî radibin, yek vedigere ba qadî û dibêje “Min ji bîr kir ku bipirsim, gelo hûn çiyê kûçikê kesê mirî ne?”

Dewleta Elmanyayê jî pirseke wisa heq dike; gelo hûn çiyê Erdoganê faşîst in?

Di dema Enver Paşayê faşîst û di dema cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hûn çiyê wan bûn?

Me fêm kir ku dewleta Tirkiyeyê ya faşîst û dagirker sed sal in Kurdan qir dike. Lê gelo çi bi we dikeve ku, vê avadaniya faşîst çi dema ku tengav dibin hûn bi çek û pereyan alîkariya wan dikin?

Faşîzma Erdogan a îro ji ya Hîtler zêdetir bûye û hewl dide rejîmeke dîktator ava bike. Her roj li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Li dijî gelan şer tên îlankirin. Hemû zagonên hiqûqî yên navneteweyî binpê dikin. Faşîzma Erdogan bi awayekî xedar êrîşî demokratên Kurd û Tirkiyeyê dike û wan diavêje zindanan; piştgiriya ji bo Erdogan ma karê dewleta Elmanyayê ye?

Dewleta Elmanyayê û hikumeta wê vê pirsê heq dike:

Hûn çiyê vî faşîstî ne?