Egîtîm Senê waneya bi zimanê zikmakî xwest

Egîtîm Sen bal kişand ser pirsgirekên kronîk yên sîstema perwerdehiyê yên ku şaxên wan ên Amed û Îzmîrê amade kiribûn û got, “Li şûna perwerdeya bi zimanê zikmakî, waneyên bijarte dûrî samîmiyetê ye.”

Sendîkaya  Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê di derbarê perwerdeya 2021-2022 raporeke nirxandinê amade kir.

Rapor bi daxuyaniyeke li avahiya Şaxa Hejmara 2’an a Egîtîm Senê ya Amedê hat ragihandin.

Hevserokê  Şaxa Hejmara 2’an a Egîtîm Senê  Hasan Çitrik diyar kir ku li Amedê ji bo salên 2021-2022’an 470 hezar û 99 xwendekar li dibîstanên taybet û dewletê perwerde dîtine.

Çitir bal kişand ser pirsgireka perwerdeya bi zimanê zikmakî û diyar kir ku zarokên bi zimanê zikmakî perwerde nabînin, dibe sedem ku li dibistanê bi ser nekevin û ji perwedehiyê tên dûrxistin.

Çitrik wiha got: “Bi sed hezaran xwendevanên ku li herêmê ji mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar mane, li gorî hevsalên xwe nikarin bixwînin ev jî jiyana wan ji aliyê derûnî, civakî û pedagojî ve bandoreke neyînî dike. Li şûna ku di hemû astên perwerdehiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn, hefteyê du saet weke waneya bijarte weke ku qenciyekî dikin tê dayîn, ev yek dûrî samîmiyetê ye.”

ÎZMÎR

Şaxên Egîtîm Senê yên Îzmîrê jî  rapora nirxandinê ya perwerdeya 2021-2022 li avahiya Şaxa  Hejmara 2’an a Egîtîm Senê eşkere kir.

Di raporê de bal kişandin ser cîhêkariya di perwerde de û ev yek anîn ziman: “Cîherengiya etnîkî, ziman, çand û olî ya li welat di bernameyên perwerde û wêneyan de qet diyar nake. Di perwerde de tu gavek ji bo zarokên penaber, keç, yên xwedî zimanek cuda berastengdar û zarokên di bin parastina demkî de ku dezavantajên wan ji holê bên rakirin, nehatiye avêtin.”