Ebrû Gunay: Em bi xurtî li ber tecrîd û şer rabin!

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Nabe ku em li hemberî tecrîdê bêdeng bimînin. Ev yek bêhiqûqî ye, şêwazek faşîzm û zordariyê ye. Em ê bi xurtî li ber vê yekê rabin."

Berdevka Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Buroya Piştevaniya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê, civîna heftane ya çapemeniyê lidar xist.

Ebrû Gunay di destpêkê de ji ber salvegera 8'an a Fermana Şengalê, qirkirin şermezar kir û qurbanî bi bîr anî. Gunay got, "Komkujî bi destê DAÎŞ'ê hatibe kirin jî em zanin li pişt wan mejî û hêzên tarî yên tekperest, dagirker hebû."

'ÊZIDÎ WÊ HÎN BI XURTÎ HEBIN'

Gunay anî ziman ku êrîşên li ser Êzidiyan dewam dikin û got, "DAÎŞ hatibe têkbirin jî êrîş û komkujiyên li ser gelê Êzidî bênavber dewam dikin. Ji ber vê yekê hebûn, rêxistinî û nasnameya gelê Êzidî tê înkarkirin, ji bo êrîş û komkujiyan hincet tê nîşandan. Lê belê xelkê Êzidî ku bi hezaran salan li gel her cûre êrîşan jî hebûna xwe parast, wê weke rastiyeke vê xakê hebûna xwe dewam bike."

BANGA JI BO MÎTÎNGAN

Di dewama daxuyaniya xwe de Ebrû Gunay êrîş û zextên li ser HDP'ê jî bi bîr xist û got, "Partiya me wê bi dirûşma 'Çareserî bi me re ye, Na ji şer û mêtingeriyê re' di 6'ê Tebaxê de li Amedê û di 7'ê Tebaxê de jî li Stenbolê mîtîngên girseyî lidar bixe. Em bang li gelên xwe hemûyan dikin ku bi rengê herî xurt beşdarî van mîtîngan bibin. Werin em bi hev re bibêjin ku çareserî em in û li ber şer û mêtingeriyê rabin.

'EM Ê LI BER TECRÎD Û ŞER RABIN'

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku bi rêya van mîtîngan wê li ber siyaseta tecrîd û şer rabin û wiha dewam kir, "Bi salan e bi binpêkirina hemû qanûnên gerdûnî li Îmraliyê destûra hevdîtinêa bi malbatan û parêzeran a Birêz Ocalan û 3 girtiyên din nayê dayin. Aktorekî siyasî ku ji bo Tirkiyeyê xwedî pêşniyar û projeyên çareseriyê ye, li Giravekê hatiye girtin û bi rengekî korsanwarî têkiliyên wî bi tevahiya cîhanê re hatiye qutkirin. Weke dewama vê siyasetê niha jî hewl didin têkiliya Kurdan bi Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê bê birîn. Yanî bi tecrîdkirina civakekê re hewl didin tecrîd bikin. Lewma nepêkane ku em li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng bimînin. Ev yek bêhiqûqî ye, şêwazek faşîzm û zordariyê ye. Em ê bi xurtî li ber vê yekê rabin."