Ebrû Gunay: Di kongreyê de em ê hêza xwe careke din nîşan bidin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku wê li kongreyê nîşan bidin ku hîn xurtir in û got, "Em nema dikarin xwe li vê sîstema zordar ragirin. Çareserî rêya 3'emîn e."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist û bi taybetî bal kişand ser Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn a HDP'ê ku wê di 3'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.

Ebrû Gunay bi bîr xist, di demekê de ku li Tirkiye û cîhanê bûyerên girîng diqewimin, partiya wan xwe ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn amade dike û got, "Karên me yên ji bo kongreyê bi coş û moraleke mezin dewam dikin. Em ê kongreya xwe bi gotina 'Çareserî em in, gotineke me heye" lidar bixin." Ebrû Gunay destnîşan kir ku kongreya wan wê rêya çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nîşan bide.

'EM NEMA XWE LI VÊ SÎSTEMA ZORDAR RADIGIRIN'

Berdevka HDP'ê diyar kir ku her kes zane, desthilatdarî îro serberjêr bûye û got, "Sebra gelên Tirkiyeyê êdî nema ye. Xizanên ku nikarin nan bibin mala xwe, karker û kedkarên ku ji daxwaza jiyaneke mirovane dikin êşkence li wan tê kirin, Kurdên ku ziman, çand û îradeya xwe tune tê hesibandin; Elewiyên ku ji ber baweriya xwe deq li mala wan tê xistin, jinên ku her roj tundiya dewletê û mêr lê tê kirin, êdî sebra kesî ji wan nemaye. Ciwanên ku bêpaşeroj hatin hiştin êdî sebra wan nemaye. Sebra gelan, kedkar û bindestan nemaye. Li hemberî vê sîstema zordar ku bêhnê li civakê diçikîne, êdî sebra me nemaye."

Ebrû Gunay ragihand ku ew bi vê biryardariyê têdikoşin û got, "Li ser rêya avakirina paşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê em têkoşîna xwe bilind dikin. Li kolanan, kargehan, qadan, meclîsê, li zindanan û di bin zexta desthilatdariyê de em têkoşîna xwe dewam dikin. Di vê pêvajoya dîrokî de ku em dikevin sedsala 2'emîn a komarê, haya her kesî ji vê yekê heye. HDP hêza çareseriyê ya vê pêvajoya krîtîk e, hêza çareseriyê ya her kêliyê ye. Helwesta HDP'ê yekane rastî ye ku wê pêşketinên civakî û siyasî diyar bike."

'EM Ê NÎŞAN BIDIN KU HÎN BÊHTIR XURT IN'

Di dewama daxuyaniyê de Ebrû Gunay got, "Ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn ji Colemêrgê heta Edîrneyê, ji Agiriyê heta Îzmîrê, ji Stenbolê heta Amedê em ê li çar aliyan bi rê bikevin. Em ê pêl bi pêl bigihêjin Enqereyê û derbasî nava salona kongreyê bibin."

Ebrû Gunay ragihand ku ew ê kongreyê bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" pêk bînin û got, "Di 3'ê Tîrmehê de li kongreyê em ê hêviyê jinûve mezin bikin. Em dibêjin dem dema kombûna li kongreya me ya mezin e. Em bang li her kesên ku baweriya xwe bi meşa çareserî, têkoşîn û hêviyê ya HDP'ê anîne dikin, ku tevlî kongreyê bibin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Kolan, ked, xweza, çand, reng, serketin, berxwedan azadî yên me ne; jiyan a me ye. HDP hêvî ye, desthilatdariya heyî jî li ber çûyînê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku 3'ê Tîrmehê li Enqereyê tevlî kongreya wan bibe.