Dûpişka heft ruh

Di şerê dijî DAIŞ'ê de hêzên YPG'ê demeke dirêj wesayîtên zirxî yên bi hesir dora wan hatine girtin, bi kar anîn. Yek ji van wesayîtan jî niha li eniya Reqayê ye. Navê wê jî 'Dûpişka heft ruh' e.

Dibêjin pêwîstî dayika afirîneriyê ye. Ev rastî li ser dûpişka heft ruh jî tê dîtin. Şervanên YPG'ê bi alîkariya hesinkarên Kobanê dûpişka heft ruh çêkirin. Ev dûpişk di hemû şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de cihê xwe girtiye û her tim li eniya herî pêş e. Geh birîndaran radike û geh şer dike, geh lojîstîkê digihêjînê şervanan û geh karê cebilxaneyan dike. Dûpişka heft ruh niha jî di nava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li bejahiya Reqayê, toz û dûman bi ser dikeve û li kêlek şervanan vê axê ji çeteyan rêzgar dike. Şervan Kobanê ajokariya wê dike. Dema me navê wê jê pirsî ji me re got: "Hevalên min navê wê kirine dûpişka heft ruh. Lê ez dibêjim navê xwe YPG ye. Ji ber ku ew jî wek wan xwedî vîneke ji pola ye."

Hundirê maşîna dûpişkê pir germ e. Me ji Şervan Kobanê dîsa pirsî ku çawa tê de tehemûl dike. Wiha bersiv da: "Ev dûpişk bûye parçeyek ji laşê min, ji ber ku pir alîkariya hevalên min dike. Tevî germe ez fêr bûm e. Dema hevalên min dikevin çemberê, yan erebeyên normal nikarin herin ez û dûpişka xwe diçin."

Şervan wiha behsa dûpişka xwe kir: "Her roj guleyên çeteyan li vê makîneyê dikevin. Duh mayîn pê de teqiya. Lê tiştek pê nehat. Lewma hezkirina xwe li gel min û hevalên min heye."