Dr. Sîpan: Sedema şewbê modernîteya kapîtalîst e

Dr. Erdal Sîpan bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye û destnîşan kir ku sedema vê şewbê modernîteya kapîtalîst e. Dr. Sîpan bi bîr xist ku welatên kapîtalîst nikarin heq ji şewbê bên.

Şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) hîn jî di asteke metirsîdar de li cîhanê belav dibe. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî şewb roj bi roj belavtir dibe û dibe sedema mirina gelek kesan. Gelek lêkolîneran ragihand ku peydakirina dermanê ji vîrûsê re dibe ku 18 mehên din bidome. Ji ber wê jî gelek dewletan tevdîrên ku girtibûn, sivik kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyek da û got: "Divê dewletên Ewropayê amadekariyên pêla duyemîn ji vîrûsê bikin, ji ber vîrûs hîna bi dawî nebûye."

Doktor Erdal Sîpan, der barê bergiriyên şewba korona, tevdîrên gel bi xwe û pêla duyemîn a şewbê ji ANF’ê re axivî.

Sîpan da zanîn ku welatên modernîteya kapîtalîst li hemberî şewba koronavîrûsê bêçare mane û wiha axivî: "Li seranserî cîhanê nêzî 6 meh in rewşek awarte heye, her çiqas li hinek welatan rêjeya nexweşên şewbê kêm bû be jî lê belê şewb rojeva herî girîng a hemû welatan e. Der barê belavbûn û nexweşketina vê vîrûsê her çiqas çend nîşane hatibin desnîşankirin jî der barê şewbê gelek alî nehatine zelalkirin. Hîna jî ti kes nizane ev vîrûs çawa û ji kû derê derketiye. Her wiha di aliyê derman û pêşîgirtina vê vîrûsê de ti rûdan pêşneketiye. Welatên modernîteya kapîtalîst ku her roj pesnê xwe didan û digotin, rêjeya em tê de ne em dikarin hemû astengî û nexweşiyan derbas bikin. Lê mixabin her kes li hemberî vê şewbê bêçare ma ye. Bi taybet hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li welatên modernîteya kapîtalîst zêdetire. Vê şewbê carek din nîşan da ku tenduristiya civak û xwezayê berî her tişî tê û ji her tiştê girîngtire. Divê bi taybeî kar li ser parastina civak û xwezayê bên kirin."

'SEDEMA ŞEWBÊ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E'

Sîpan destnîşan kir ku bi vê şewbê re pergalên tenduristiyê û agahiyên zanistî ketine ber lêpirsînê û got, modernîteya kapîtalîst bi çavê kirîn û firotinê li tenduristiyê mêze dike û ji bo di vê qadê de qezenc bike ketiye nav hewildaneke mezin. Sîpan da zanîn ku welatên modernîteya kapîtalîst her demê polîtîkayên ku xwezayê û civakê texrîb dikin diafirînin û wiha pê de çû: "Bi vî awayî hewl dide qabiliyeta xwebixwebûnê ya civakê tine bike û wê bike dilê xwe. Ne mimkun e ku feraseteke tenduristiyê ya zanistê di laboratûvarê de asê kiriye û agahiya zanistî ji bo mezinkirina sermayeya xwe bi kar tîne ji derheqê vê şewbê derkeve. Sedema sereke ya vê şewbê kapîtalîzm bi xwe ye."

'DESTHILATDARIYÊ AGAHIYÊN ZELAL PARVE NEKIR'

Sîpan, bal kişand ser têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê û wiha dom kir: "Li Tirkiyeyê hîn di destpêk de, di rêvebirina pêvajoyê de desthilatdarî ne serketî bû. Ji ber pirsgirêkên siyasî, polîtîk, aborî û civakî ev rewş bi şêlo ango ne zelal birêve bir. Di aliyê hejmara nexweşan û asta cidî de rewşa heyî ji civakê re parve nekir. Vê yekê jî tirs û xofek mezin di nava civakê de derxist. Di rojên ewil de me dizanî ku desthilatdarî hinek tiştan ji raya giştî vedişêre û naxwaz parve bike. Ji bo ku di aliyê çûyin, hatin û aboriyê de pirsgirêk çênebe ev rewş şêlo hişt. Tirkiyeyê weke welatên cuda nikare tevdîrên pêwîst bistîne û di hindirê xwe de xitimiye.”

'DIVÊ CIVAK BI XWE TEVDÎRAN BISTÎNE’

Sîpan bilêv kir ku divê civak li benda sazî û dezgehan nemînin û bi xwe tevdîrên xwe bistînin. Sîpan anî ziman ku dibe hejmara nexweşan li hinek bajaran kêm bû be, lê ev nayê wateya ku nexweşî tevahî xelas bûye û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: "Li hin cihê ku nexweş lê kêm dibe û nayên dîtin ji nişka ve hejmara nexweşan zêde dibe. Heta tenê nexweşek jî hebe civak tavahî dibin rîskê de ye. Ji ber vê yekê hewceye tevdîr bên girtin û ev rewş bi awak zelal bi gel re bê parvekirin. Divê gel bi xwe jî li benda sazî û dezgehan nemîne û xwe ji şewbê biparêzin. Ji xwe kêm zêde jî be der barê nexweşiyê de nîşane hatine destnîşan kirin. Gelek kes dibêjin nexweşiyek wiha tineye û ev direwe. Divê ti kes xwe nexapîne û li gorî cidîbûna şewbê nêz bibin. Ev nexweşî heye û em di nav de ne. Ev nexweşiyek giran û cudaye. Divê her kes xwe ji vê şewbê biparêze û tevdîrên xwe bi xwe bistînin."

'TEVDÎRÊN HIKÛMETÊ POLÎTÎK IN'

Dr. Sîpan destnîşan kir ku tabloya der barê daneyên vîrûsa koronayê de tên parvekirin ne hejmara raste û wiha got: "Gava ku kêm test bên kirin, wê kêm pozîtîf derkevin. Gava ku zêde test bên kirin jî wê hîn zêdetir pozîtîf derkevin. Desthilatdarî hejmara testan kêm dike û hejmara kêm ji raya giştî re parve dike. Bi vê yekê deshilatdarî dixwaze jiyanê ji rewşa awarte veguherîne rewşek aram. Lê armanca sereke ne rewşa arame, dixwaze rewşa xwe ya aboriyê baş bike û ji vê krîzê derkeve. Di aliyê şer de ji bo hikûmetê pere lazime û ew jî dixwazin rewşê aram bikin. Mixabin hikûmet gel esas nagire, aboriyê esas digre. Hikûmet divê çarçoveyê de li dijî Covîd-19 polîtîka diafirîne. Divê tevdîr ne polîtîk be, tevdîrên bên girtin divê civak esas bên girtin. Divê tenduristiya civakê û xweza esas bê girtin. Dibin van şertan de jiyan dikare aram bibe."