Doza Komkujiya Dedeogûllari: Rûnişt hate taloqkirin
Rûniştina doza li ser komkujiya nijadperest a li dijî Malbata Dedeogûllari hate taloqkirin.
Rûniştina doza li ser komkujiya nijadperest a li dijî Malbata Dedeogûllari hate taloqkirin.
Rûniştina destpêkê ya doza li hemberî 9 kesên ku ji Komkujiya Dedeogûllari berpirsyar têne dîtin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hat.
Piştî êrişa polîsan a li ser xizmên Malbata Dedeogûllari navber ji rûniştina dozê re hatibû dayin û piştre tenê destûr ji amadebûna parlamenter, parêzerên aliyan û rojnamevanan re hate dayin.
Parêzerên Malbata Dedeogûllari diyar kir ku ew qebûl nakin Çetîn Dedeogûllari tevlî rûniştinê nehatiye kirin û xwestin ku rûniştin bê taloqkirin.
Dozgeriyê jî xwest ku biryar bê dayin rûniştin bi rengekî girtî bê kirin.
Heyeta dadgehê biryar da ku bersûcên girtî girtî bimînin û rûniştin ji bo 11'ê Sibatê taloq kir.
Di êrişa nijadperestî de ya li dijî Malbata Dedeogûllari ya ji Qersê de 7 kes hatibûn qetilkirin.