Doza Kobanê: Wê parêzer tevlê danişînan nebin

Parêzerên Doza Kobanê ragihandin ku heya şertên wekhev neyên avakirin ewê tevlê danişînan nebin.

7'emîn danişîna doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên 6-8'ê Cotmehê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî Kobanê pêk hatin, derbarê 108 kesan de 21 jê girtî hat vekirin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê destpêkir.

‘HÛN NİKARİN Bİ VÎ AWAYÎ DARİZANDİNÊ BİDOMÎNİN’

Di danişîna ku li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin de hat dîtin ku endamekî din ê heyeta dadgehê hatiye guhertin.

Serokên baroyan di Doza Kobanê de li dijî helwesta serokê dadgehê ku bi darê zorê parastinê digire derketin û gotin: “Hûn nikarin bi vî awayî darizandinê bidomînin.”

Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike.

Piştî navberdayîna danişînê Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axaftina xwe domand û got ew ê rûmeta xwe nexin binê piyê tu kesî û ji bo demek maqûl dikaribe parastina xwe bike dem xwest.

Aktîvîsta mafê jinan Aynûr Aşan a ji Girtîgeha Antalyayê anîn Girtîgeha Sîncanê beşdarî danişînê bû. Aşan got ew ê parastina xwe neke û li ser hin xisûsan axivî. Aşan diyarkir ku ew hêvî dikin ku di rêya heqîqet û edaletê de Xwedê ji bo dadgehê bibe alîkar û şandeya dadgehê di bin bar û fermanek giran de ye. Aşan got klasorên dosyeyê negihîştiye destê wê û ji bo parastinê xwe amade bike pêdiviya wê bi demek dirêj heye.

‘HÛN NİKARİN Lİ GORÎ KÊFA XWE DARİZANDİNÊ BİKİN’

Endama MYK’a HDP’ê ya berê Dîlek Yagli jî got ew ê parastina xwe neke û dê pitş re parastina xwe bike.

Parêzerên di danişînê de amade bûn, li dijî helwestên serokê dadgehê derketin û gotin: “Hûn nikarin bi darê zorê kesek ku bêje ez bo darizandinê neamade me, bidarizînin û parastinê jê bixwazin. Em ê destûra wê enedin ku hûnê bi vî awayî darizandinê bikin.”

 Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û destnîşan kir ku daraz dibêje ku li vir darizandinê dike û got: “Lê belê hûn nikarin li gorî kêfa xwe darizandinê bikin. Tişta hûn dikin ne darizandin e. Em ji we re eşkere dibêjin hûn ji niha pê ve nikarin darizandinê birêvebibin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî xwest ji bo parastinê demek têrkirî ji bo siyasetmedaran were dayîn û got: “Hûn çi dikin? Hûn nû hatine tayînkirin, hûn ne dadgerek xwezayî ne. Berê dadgehên taybet dihatin avakirin û îro we bi awayek taybet pênase nakin. Lê ez bawerim di vê danişînê de tenê qeydên SEGBÎS’ê nayê girtin, hin kes jî li hin cihan temaşe dikin. Hûn dizanin çima ev doz hatiye vekirin. Hemin ku em hemû dizanin, qet nebe li hember mafê parastinê hurmetê nîşan bidin. 320 klasor derketiye hezar klasoran. Ji bo xwendina van klosaran sal têrê nakin. Di navbera celseye de belgeyên nû hatine teblîxkirin. Ji we çend mehan dem tê xwestin. Gelo hûn li gorî gotinên hin kesên ku dibêjin ‘vê dozê biqedînin’ tevdigerin?”

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol û Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses jî axivîn û destnîşan kirin ku di vê dozê de darizandinek taybet tê birêvebirin û divê ji bo darizandinek adilane divê dema tê xwestin were dayîn.

Danişîn bi axaftina parêzeran berdewam kir.

‘EM Ê BEŞDARÎ RÛNİŞTİNAN NEBİN’

Piştî rûniştina Doza Kobanê parêzeran li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi beşdarên danişînê re daxuyanî dan.

Parêzer Cîhan Aydin got, “Em li kampusa Sîncanê hûn çi bikin jî wê di destê we de ji bo dosyayek ku ti binesaziyek wê yê hiqûqî tune ye bimîne. Jixwe di meha 8’an a dozê de serokê dadgehê û endamekî dadgehê hatin guhertin. Em dizanin ku ev yek bi mebestên siyasî hatiye kirin."

Aydin, anî ziman ku ew dizanin mekanîzmaya darazê çawa hatiye çêkirin û wiha got: “Êdî ne pêkan e ku em vê danişînê bidomînin, heyetê biryara xwe daye. Em ê nebin hevparê vî sûcî. Em nikarin bi heyeteke ku li gorî biryara AÎHM'ê tevnegere û bi desthilatdariya parastinê re hevkariyê neke re di heman cihê de bin. Ger mafê darizandina adil neyê dayîn em ê beşdarî rûniştinan nebin. Piştî ku ev hatin dayîn em û muwekîlên xwe amade ne ku li salona dadgehê bin.”

Aydin, anî ziman ku dema şert û mercên darizandina adil pêk bên ew ê parastina xwe bikin û got, “Ji bo lêkolînkirina bi hezaran rûpel malzemeyên ku ji muwekîlên me re hatine şandin dem nedan me. Em ê tevlî wê nebin. Dema şert û mercên guncav pêk hatin em amade ne ku hesabên xwe çareser bikin. Dema ku şert û mercên guncaw pêk hatin, muwekîlên me helbet dê li vê salonê xwe biparêzin. Dema ku qanûn di bin lingan de bê girtin em ê li salonê nebin. Em ê beşdarî rûniştinên ku dê du hefte bidomin nebin."

TAHÎR ELÇÎ HAT BÎRANÎN

Parêzerên siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li Amedê li ber minareya çar ling di dema daxuyaniyê de hate qetilkirin bi bîr anîn. Parêzeran piştî rûniştina dozê hate rawestandin, li ber salona dozê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.