Doza Kobanê: Wê Aysel Tûglûk tevlê rûniştinê bikin

Şahid Mehmûd Zengîn ê di Doza Kobanê de hat guhdarkirin beriya niha îfadeya ku dabû nehat bîra wî, dadgehê biryar da ku siyastemedara girtî û nexweş Aysel Tûglûk tevlê rûniştina 28’ê Hezîranê bê kirin.

Roja destpêkê ya rûniştina 14'an a Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin bi dawî bû. Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek parêzer û kes tevlî rûniştinê bûn. Piştî navberê siyasetmedar ên girtî ji cihê mayî axaftina xwe domandin. Her wiha şahid jî hatin guhdarkirin. Ji şahidên dozê Mûhammed Zengîn diyar kir ku îfadeya ku sê sal berê daye nayê bîra wî, lê dîsa jî wê îfadeya xwe dubare dike.

Şahid Zengîn ji bo siyasetmedaran destpêkê got “derheqê wan de pir tiştekî nizane", lê paşê îdia kir ku siyasetmedarên navborî endamên rêxistinê ne. Zengîn bêyî ku delîleke şênber nîşan bide got: “Gotin, ew kadro ne.”

Piştî vê yekê serokê dadgehê berê kameraya SEGBÎS'ê da Mesût Bagcik û ji Zengîn pirsî: “Tu wî nas dikî?”, Zengîn diyar kir ku Bagcik nas nake, lê gava serokê dadgehê ji Zengîn re got te berê derheqê Bagcik de îfade daye, Zengîn got: “Wer xuya ye porê wî weşiyaye. Niha min tê derxist.”

Piştre parêzer û siyasetmedar cardin axivîn. Piştî axaftinan dadgehê navberek da. Piştî navberê serokê dadgehê ji bo roja duyan (28'ê Hezîranê) ya rûniştinê biryara xwe aşkere kir.

 Dadgehê biryar da ku ji bo sibê girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tûglûk tevlê rûniştinê bibe, nivîs ji girtîgehê re bê nivîsandin.

 Rûniştin wê sibê ji cihê mayî bidome.