Doza Kobanê taloqî 3’yê Gulanê kirin

Roja yekem a Doza Kobanê bê parêzeran bi îdîanameya hate xwendin qediya. Heyeta Dadgehê daxwazê dadgeran red kir, rûniştin taloqî 3’yê Gulanê kirin.

Danişîna roja ewil a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, bi xwendina kurtayî ya îdianameyê bêyî ku parêzer li eywana danişînê amade bin dewam kir. 

Di kêliya ku îdianame dihat xwendin Demîrtaş û Yuksekdag ên ji girtîgehên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûbûn, xwestin danişînê terk bikin. Lê hat zanîn ku li ser fermana dadgehê derketina wan a ji odeya SEGBÎS’ê hatiye astengkirin. Serasnerî rojê danişînê bêyî parêzeran berdewam kir. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya li eywana danişînê amade bû xwestibû ji danişînê derkeve. Lê dadgehê destûra wê jî nedabû. 

Siyasetmedarên girtî li ser rewşa danişînê terk bikin divê xwendina îdianameyê û danişîn bihata sekinandin û navberê bidanayê. 

Tevî daxwaza siyasetmedaran ku danişînê terk bikin jî ji 3 hezar û 530 rûpelên îdianameyê ku ji 300 klasoran zêdetir pêk tê bi kurtayî hat xwendin. Demîrtaş li dijî şandeya dadgehê pirtûkçeya ku parêzerên wî bi sernavê “Di îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî ya 6-8 Kobanê de sûcdarî û rastiyên li dijî Selahattîn Demîrtaş” amade kiribûn di ekrana SESGBÎS’ê de nîşan da. 

Şandeya dadgehê piştî xwendina kurtahiya îdianameyê li şûna daxwazên parêzeran di girtekê de binivîsine lê protestoya parêzeran di girtekê de nivîsand. 

Hat diyarkirin ku dadgehê daxwaza reda dadgerî ya parêzerên siyasetmedarên girtî ji dadgehê re ragihand. Serokê dadgehê xwest beyanên Demîrtaş ên derbarê reda dadgerî de werin girtin.  

Demîrtaş mafê axaftinê girt û got: “Hem yên îro bi SEGBÎS’ê û hem jî yên li salonê û hem jî hevalên me parêzer pir westiyan. Em jî pir westiyan. Daxwaza min a reda dadgerî bi awayê 11 xalan pêk tê.” 

Demîrtaş got ew ê sibê daxwaza xwe ya reda dadgerî pêşkêşî dadgehê bike û heta sibê dem xwest. 

Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku nêzî 20 deqîqeyan deng û dîmen qût bûye û bêyî ku dadgeh rûbirûbûna wan esas bigire îdianame hatiye xwendin. Yuksekdag anî ziman ku ew jî piştî beyanên Selahattîn Demîrtaş li gorî rêza diyar kirine daxwaza reda dadgerî dike û li ser ûsûlê dixwaze biaxive. 

Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku gelek tiştên ew ê biaxivin û bêjin hene û piştî Demîrtaş û Yuksekdag biaxivin û rastiya daxwaza xwe ya reda dadgerî ragihîne. 

Di kêliya ku Tuncel diaxivî de di pergala deng de pirsgirêk derket. Beyanên Tuncel derbasî girtekan nehatin kirin. 

Dozger ango meqamê xwest ku îdiayê daxwazên reda dadgerî ya parêzeran û siyasetmedaran were redkirin. 

Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de daxwazên reda dadgerî red kir. 

Şandeya dadgehê biryara xwe navberê xal bi xal eşkere kir û danişînê taloqî saet 09.30’an ê roja 3’yê gulanê kir.