Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar neçûn rûniştinê
Rûniştina Doza Kobanê dest pê kir. Parêzer û siyasetmedar neçûn rûniştinê. Dozger giliyê parêzeran kir.
Rûniştina Doza Kobanê dest pê kir. Parêzer û siyasetmedar neçûn rûniştinê. Dozger giliyê parêzeran kir.
Rûniştina 6'an a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir, ku bi hinceta raperîna 6-8'ê Cotmeha 2014'an 21 jê rehîn li ser 108 kesan doz hatibû vekirin.
Parlementerên HDP'ê tevlî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 22'an a Enqerê bûn. Wekîlê berê yê HDP'ê Ibrahîm Bînîcî û endamê Kurt-Penê Nezîr Çakar li hêwana rûnştinê hazir bûn. Parêzerên dozê û siyasetmedarên ku bi rengekî girtî têne darizandin tevlî rûniştinê nebûn.
Dozger bi sedema ku tevlî rûniştinê nebûne giliyê parêzeran kir û her wiha biryar hate standin ku rewşa girtîbûnê ya siyasetmedarên rehîn bidome.